NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser axa Başurê Kurdistanê di 30 Hezîranê bi şiyara, “Ji Bo Kurdistanek Yekgirtî û Azad Faşîzm û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE” Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand.
Di vê çarçoveyê de ciwanên Başur îlan kir ku ji bo axa xwe parastinê çi erk heye wê pêk bîne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan piştgirî da seferberiya dijî dagirkeriya Tirk a ciwanên Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin û banga beşdarbûna seferberiyeke çalak li tevahî ciwanên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê kir.
Duran Kalkan ji bo seferberî cihê xwe bigire, got divê neyê pasîfîze kirin. Kalkan divê derbarê de van hişyariyan da, “Ciwanên Qendîlê û Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê û avakirina Kurdistaneke azad û serbixwe, banga seferberiyê kirin. Em piştgirî didin vê banga ciwanan. Birastî jî divê Heftanîn, Avaşîn û Zap, Xakûrkê bên parastin. Divê Rojava û Başûr ji êrîşên dagirkeriyê bên parastin. Ji bo vê jî pêwîste hemû ciwanên Kurdistanê seferber bibin. Lewma pêwîste ciwan berê xwe bidin qadên têkoşînê. Ciwanên Kurd divê tevlî gerîla bibin, rêxistin ava bikin, li çiya û bajaran li dijî êrîşan bicengin.”
Piştî daxuyanî û piştgiriya Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, Ciwanên Başurê Kurdistanê di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanînê de xwe gîhand çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlla bû.
Ciwanan li çiyayên Kurdistanê tevlîbûna xwe bi daxuyaniyek îlan kir û ji hemû ciwanên Başur û hemû ciwanên Kurdistanê re bangawaziya tevlîbûna gerîlla kir.
https://www.nuceciwan49.com/ku/2020/07/16/flas-li-ser-bangawaziya-duran-kalkan-komek-ciwanen-basur-tevli-refen-gerilla-bun/