SILÊMANÎ – Di saetên êvarê de li Baxçeyê Nalî ya Silêmaniyê Jinên Ciwan ên ji her çar parçên Kurdistanê bi daxuyaniyek çapemeniyê êriş û şideta dewletên dagirker ên li ser jinên Kurd şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Dîde Reza ve hate xwendin û têde hate gotin, bi salane şidet û destdirêjiyên ji aliyê dewletên dagirker ve li ser jinên her çar parçên Kurdistanê berdewame. Armanca van êrişan ji holê rakirina têkoşîna azadiya jinên Kurd e.
Her wiha hate diyarkirin bi salane dewletên dagirker li Şengal, Efrîn, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd şehîd dixin. Ji bona wê divê tevayî rêxistinên mafên jinan û rêxistinên mafên mirov li hemberê van binpêkirinan bêdeng nemînin.