NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, 8 sal li pey xwe hiştin. Şoreşa Demokratîk bi bîreweriya Neteweya Demokratîk li hemû Sûriyê berbelav bûye û bûye hîmê demokratîkbûna Sûriyeyê. Ev karakterê wê yê demokratîk bûye hedefa êrîşa dewleta Tirk a paşverû û faşîst. Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku xwedî wê hêzê ye, êriş çendî giran jî bin wê zanibe li ber xwe bide; wê her bibe hêviya Rojhilata Navîn û gelên cîhanê.
Derbarê diroka Şoreşa Rojava me dîmenek ji bo xwendevanên xwe amade kir.