STENBOL – Milîsên Tolhildanê yên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku wan îro li Taxa Yuzyilê ya Bagcilara Stenbolê li wesayîta polîsan dane. Hate diyarkirin ku hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
Di daxuyaniya Milîsên Tolhildanê yên HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Çapemeniya qesrê çawa ku her dem rastiyan ji gel vedişêre, rastiya vê çalakiya me û derbên xwarine jî veşartine. Wekî ku medyaya qesrê îddîa dike, kesên hatine girtin û êşkence li wan hatine kirin, têkiliya wan bi milîsên me tune. Yekîneyên me xwe ji qada çalakiyê vekişandine.
Ev çalakiya me li dijî tacîz û tecawiza li ser zarokên Şirnex û Êlihê ye. Faşîzma AKP û MHP’ê wekî çeteyên DAÎŞ’ê tecawizkar in. Gelê me bi ruhê serhildanê li dijî van tecawizkaran daketine qadan û HBDH’ê jî li ser vê bangê li Stenbolê li polîsan daye.
Bi wesîleya çalakiya xwe em berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên 38 sal berê li girtîgeha Amedê bi bîr tînin û diyar dikin ku wê faşîzm têk biçe, têkoşîna me ya şoreşê bi ser bikeve.”