NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Devrîm Botan a YPS-JIN’ê di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran’ li Îzmîr, Mersîn û Çorûmê çalakiyên xurt li dar xist.
LI QEREQOLA POLÎSAN HATE XISTIN
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Endamên yekîneya me di 14’ê Tîrmehê de saet di 21.00’an de li Kadîfekaleya Îzmîrê li qereqola polîsan da. Ev çalakî bi bombeyên parçeyan dipekîne hate lidarxistin, hejmara polîsên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê dora qereqolê hate girtin û ambûlans ji bo birîndaran çûn qadê. Yekîneyên me bi awayekî selamet ji qadê vekişiyan.
FABRÎKE Û WESAYÎTÊN FAŞÎSTAN HATE ŞEWITANDIN
Di 18’ê Tîrmehê de li Erdemliya Mersinê li dijî fabrîkeya alîgirê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Ev fabrîke hate îmhakirin.
Di 18’ê Tîrmehê de jî endamên yekîneya me li dijî otoparka Sîteya Sanayiyê ya Jêr a Çorûmê bi agiran çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de bi dehan wesayît şewitîn û îmha bûn.”
‘EM Ê HESABÊ ÊRÎŞÊN LI SER JIN Û ZAROKAN BIPIRSIN’
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Devrîm Botan a YPS-JIN’ê got ku “Dewleta Tirk a tecawizkar û faşîst êrîşên xwe yên li ser jin û zarokên Kurdan zêde kiriye. Li Şirnex, Êlih û Agiriyê tecawizî jinan hatiye kirin. Em ê bi çalakiyan hesabê van êrîşan bipirsin. Em ê bêdeng nemînin û xwe biparêzin. Li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, em ê her dem çalakiyan li dar bixin.”