ŞIRNEX – Hate ragihandin ku şewata li daristana Çiyayê Gabarê ji ber gulereşandin û bombardûmana ji Qereqola Akdîzgîn a li bejahiya navçeya Basayê hatiye derxistin.
Şewata ku şeva Yekşemê dest pê kir heta roja Duşemê danê nîvro di nav navbera navçeya Basa û bajarokê Findikê dewam kir.
Mîna şewatên beriya niha li Kurdistanê hate derxistin, di vemirandina vê şewatê de jî rayedarên Tirk tiştek nekirin.