MÊRDÎN – Bişar Bîlen ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê bi rêya telefonê li gel bavê xwe Çeto Bîlen axivî û diyar kir ku li dijî hejmartina li ser piyan a li ser wan tê sepandin li gel Mehemt Fatîh Bîngol û Umît Temûr ji 17’ê Tîrmehê ve ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Bav Bîlen anî ziman ku kurê wî yê 12 sal in li girtîgehê ye gardiyanan êrîşî wan kiriye.
GARDIYANAN ÊRÎŞ KIRIN Û GEF LI WAN XWARIN
Bav Bîlen diyar kir ku berê jî kurê wî li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê li dijî hejmartina li ser piyan ketibû grevê û 21’ê Sibatê şandin Girtîgeha Aksarayê. Bav Bîlen destnîşan kir ku dema di hevdîtinê de dît ku destê kurê wî bi paçê birînan hatiye pêçan û diyar kir ku kurê wî ev gotiye: “Dema em anîn vir li me dan. Gardiyanan êrîşî me kirin û niha li hucreya yek kesî me.”
Bîlen anî ziman ku kurê wî ji ber pêkanînên kêfî li hucreya yek kesî tê ragirtin û wiha pêde çû:
“Kurê min berî bi 15 rojan li qawîşekî 6 kesî diman. Di hevdîtina me ya roja Înê de diyar kir ku gardiyana ji bo wan gotiye; ‘rabin ser piyan’ hejmartina li ser piyan li ser wan sepandiye. Bişar li dijî vê derketiye û ji ber vê ketiye greva birçîbûnê. Piştî ku daxwaznameya ketina greva birçîbûnê dan rêveberiya girtîgehê û şûnde gardiyan avêtine ser qawîşê û li gel wî êrîşî du hevalên wî jî kirine, piştre jî avêtine hucreyên yek kesî. Ji bo kurê min gotine ku; ‘An hûnê bi daxwaza me bikin an jî em ê vê yekê li ser we bikin.”
Bav Bîlen bang li parêzvanên mafê mirovan kir û got: “Divê her kes xwedî li van ciwanan derbikeve.”