SILÊMANÎ – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir, konsepta niha dewleta Tirk a dagirker dijî Başûr pêktîne, konsepta qirkirina Kurd û ji holê rakirina statûya Başûrê Kurdistanê ye. Kalkan diyar kir ku hêzên gerîla li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirinê li ber xwe dide û ji pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî xwest li rex gerîla tevlî berxwedana dijî dagirkeriyê bibin.
Peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, ji alî peşmergeyên dêrîn ve pir baş hat pêşwazî kirin û Pêşmergeyên Dêrîn amadebûnê xwe ji bo li gel gerîla şer kirina xwe eşkere kirin.
Pêşmergeyên Dêrîn Bextiyar Elî, li ser dagirkeriya Tirk nirxandin kir û amadebûna xwe wiha îlan kir:
“Armanca Tirkiye dagirkirina her çar parçeyê Kurdistanê ye. Dixwaze dagir bike û Kurdan li her dewerê qirbike. Hîç têkiliya xwe bi PKK ve nîn e. Bi êrîşên xwe sîvîlan hedef dike, şivan şehîd dixe. Nûmûne Ezmar, Kune Masî ye. Dest dirêjî li axa me dike. Divê her Kurd, şoreşgerên rast li dijî ev raweste. Piştgirî li PKK û axa Kurdistan bike.
Ev êrîşan li ser axa Herema Kurdistanê nesekine. Bombebaran, dagirkerî û tadekirin bidome em wek Peşmergeyên Dêrîn hemû dem amade ne. Herema Kurdistanê nikaribe cephe li Tirkiye bigire, lê em amadene ku xwepêşandan bikin, ji bo derxistina dagirkeriyê em ê îmze kombikin.
PKK aniha bi berxwedanek mezin axa Kurdistanê diparêze. Divê em hemû piştgirî dibin PKK.”
Pêşmergeyên Dêrîn Mam Xalit, jî di derbarê şerê Heftanîn û ji bo çûyîna şer de vana got:
“Li ber çave ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Li kuderê Kurdekî hebe dixe armancê xwe. Xwe xwedî mîrateyê Osmanî dizane. Ev şûnê ku Osmanî hebû aniha bi heqê xwe dizane. Tirkiye dewletekî dagirkere. Dixwaze axa xwe fireh bike. Meseleyê PKK jî ji xwe re kiriye hincet. PKK partiyekî siyasiye. Têkoşîn dike.
Mixabin eger hinek kes ji Tirkiye re nebe hevkarî Tirkiye nikare bi tena serê xwe were. Tirkiye bi pereyên ev hîzbin xwefiroş û îxanetkar ku îro desthilatdarî li ser Heremê Kurdistan dike.
Bi me pir xweşe ku em biçin piştgirî bidin gerîlla lê rêge nadin ku em biçin. Me li ser axa Kurdistanê xwîn rijandiye û ked daye. Wek heqê xwe dizanin ku hevkarî bidin.
Rêz û xûrmetê xwe dişînin ji PKK re. Em her dem amadene ku li her çar parçeyên Kurdistanê xebat bikin. Amadene wek Pêşmerge û tekoşer rêge bidin me em ê biçin şer. Beşdarbûn bo min xweşhaliye. 2 car li gel gerîlla li dijî DAÎŞ’ê min şer kiriye. Aniha jî me rûhê me heye.”
NC/ Bahoz CÛDÎ
hevale heja download ciqas giran dixebite
interneta te giran heval 🙂