MEXMÛR – Li Akademiya Ferhat Kurtay a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr TJCM’ê de dewreyek perwerdeyê li ser navê Şehîd Awesta Herekol hatibû despêkirin, bi dawî bû.
Li Akademiya Ferhat Kurtay a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr TJCM’ê de dewreyek perwerdeyê li ser navê Şehîd Awesta Herekol hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Beriya ku axaftin were kirin ji bo tevayî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji xwendevana dewereyê Hewlêr Adanmiş axivî.
Adanmiş di destpêka axaftinê de xêrhatina hemû hevalên xwe û kesên amade kir û got: “Di serî de em spasiya mamostayên xwe dikin ku ji bo dersdayînê wextê xwe ji bo me veqetadin. Herwiha em di wê hêviyê de ne ku di vê pêvajoya ku me perwerde dîtî de astek ya her hevalekê çêbûye. Hîvîdarim ku tiştên ku ji vê perwerdê girtîn di jiyana xwe de jî bixin piratîkê.”
Piştî axaftinê, ji nava xwendevanên dewreyê komên muzîk, şano û aware hatin pêşkêşkirin herî dawî bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.