QAMIŞLO – Meclîsa Ciwanan a PYD’ê bi pêşengtiya Jinên Ciwan 9’emîn salvegera Şoreşa Rojava li bajarê Qamişlo bi şahiyek werzîşî û çandî ve pîroz kir.
Di şahiyê de tîmên fûtbolê ên jinên ciwan yê bajarê Kobanê û Amûdê li hemberî hev lîstin. Her wiha hunermendê wek Ferhadê Merdê, Nesrin Botan û Danîş Botan derketin ser dikê. Bi gotinan stranên Şoreşê govend hatin gerandin.
Endama Komîteya Ciwanên PYD’ê Maya derbarê bernameyê ev agahî dan: Ev şahî di pêşengtiya Jinên Ciwan hatiye amade kirin, lê belê ne tenê Jinên Ciwan beşdar bûne, hemû gel cihê xwe tê de digrin. Şahiya em lidar dixin ji bo 19’ê Tîrmehê ye. Di vê şahiyê de komên fûtbolê ên jinên ciwan yê Kobanê û Amûdê li hemberî hev lîstin. Her wiha tekwando û çalakiyên din ên werzîşî hene. Di milê çandî jî hunermendê wek Ferhadê Merdê, Nesrin Botan û Danîş Botan derketin ser dikê. Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê jin hertim di bin zilmê de jiyan dikir. Bi şîdetê re rû bi rû dima. Piştî Şoreşê jin hem di milê leşkerî hem jî milê Siyasî bû xwedî rol û bi serhildanên mezin re rabû. Em tundî li ser jinê tucarî qebûl nakin û em şermezar dikin. Em ê li mafê xwe xwedî derkevin.
Endama PYD’ê Şehnaz jî bal kişand ser wan xusûsan: Dijminê dagirker ji hêza jinê ditirsê. Em ev yek jî me li Kobanê dît, dijmin bi awayekî hovane sê jinên Kurd qetilkir. Jina zane û xwedî maf dijmin ji bo xwe hertim wek xeteriyek dibine. Em ê hin betir xwe perwerde bikin, xwe pêş bixin di her alî de. Xwîna sê jinên li Kobanê hatin şehîd xistin li erdê namine, em ê tola wan ji dijminê dagirker hilin.
Jina Ciwan ku cihê xwe di nava tîma fûtbolê ya Amûdê de digre derbarê werzîşê ev tişt got: Fûtbol hertim wek sporek aîdî zilama tê ditîn. Me bi zor û zehmetî kluba xwe ava kir. Hem milê civakê hem jî milê malbatê de zehmetî hebû heta me tîma xwe ava kir. Lê di encamê de em bi serketin. Me nîşanî hemû kesî da ku fûtbol jin jî dikare bilîze. Wekheviya mafê jin û zilm ji bo me giring e.