STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve ji bo dîtina Ocalan serî li rayedaran didin, lê belê ne erê ne jî na heta niha bersiv wernegirtine.