ŞÊLADIZÊ – Gelê Şêladizê tevî zextên asayîşê jî bi awayeke çalak tevlî kampanyaya îmzeyan ji bo derxistina artêşa tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê. Li gorî zanyariyên ku me Ji Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê girtiye, bi sedan kes îmze ji bo derxistina dagirkeriya tirk îmze avêtine.
Kampanyaya îmzeyan a ji bo destxistina artêşa tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Tevî milîtarîzekirina Şêladizê û zextên asayîşa PDK’ê ya li ser herêmê jî malbatên şehîdan, çalakvanên medenî, mamoste, ciwan û jin tevlî kampanyayê bûn.
Li gorî agahiyên ku em ji komîte kampanyayê birêve dibe, girtiye, tenê li herêma Amediyê bi taybet jî li Şêladizê 250 îmze hatine berhevkirin.
Kampanya bi xwebexşî ji aliyê gelê herêmê ve hatiye birêve birin. Gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşana kampanyayê dane û daxwaza derxistina hêzên Tirk kirine.
Piştî şehîdxistina 3 ciwanên herêma Şêladizê ji aliyê balafirên Tirk ve, gelê Şêladizê rabûn ser piyan û daxwaza derxistina hêzên Tirk kirin. Rêveberiya PDK’ê soz da gel ku daxwazên wan ên dibin çend xalan de hatibûn rêz kirin ku yek ji van derxistina hêzên Tirk ji herêmê bû pêk bînin û welatiyên hatine binçavkirin berdin, pêk neanî. Berovajiyê wê bihezaran pêşmerge şandin herêmê û bajaroka Şêladizê dorpêç kirin.
Rêkxirawî Jiyanewey Gencanî Kurdistan û Rêkxirawî jinên ciwan ên Têkoşer 30’yê Hezîranê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê seferberî ragihand. Di çarçoveya seferberiyê de gelek ciwanên Başûr ragihandin ku ew amadene ji bo parastina xak û welat beşdarî Cenga Heftanînê bibin. Di çarçoveya seferberiyê de kampanyaya îmzeyan a bi dirûşma, ‘Ji bo Kurdistaneke yekgirtî û azad faşîzm û dagirkeriyê birûxînin’ hate destpêkirin. Kampanya 3’yê Tîrmehê li Herêma Silêmanî destpê kir û hîn berdewam dike. Li gorî agahiyan heya niha 20 hezar îmze hatine kom kirin.
Di sala 2011’an de jî Tevgera Ciwanan kampanya ji bo derxistina hêzên Tirk dabûn destpêkirin û nêzî milyonek îmze hatibûn berhevkirin.