NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat (Bedran) bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, yekîneyên wan 22’yê Tîrmehê li navçeya Menemenê ya Îzmîrê li taxa Asirlikê li dijî du wesayitên ‘faşîstan’ çalakiyeke sabotajê ya bi bombeyên bi tesîra parçeyî kirine û du wesayît hatine rûxandin.
Yekîneyên Tolhildanê her wiha ragihandin li Menemenê eynî rojê li djî du navendên trafoyê yên saziya elektrîkê bi teknîka sabatojê çalakî kirine û trajo bêkêr kirine.
Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku yekîneyên wan ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Rûstem Cûdî kirine, ku Cûdî di Cenga Heftanînê de heta guleya xwe ya dawî şer kiribû û piştre ji bo ku dîl nekeve destê artêşa Tirk a dagirker, li ser rêya Bêrîtan xwe ji kendalan avêtibû û şehîd bûbû.