NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li Stenbolê, Denizli, Balikesir û Îspartayê çalakî lidar xistine. Înîsîyatîfê bîlançoya çalakiyan ku tê de gelek wesayît û noxteyên faşîst hatine şewitandin eşkere kir.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyakirin ku ew ê hemû qadên tûrîzmê yên Tirkiyeyê bişewtînin û wiha domand: “Roja îro li Cûdî, Gabar, Bradost hemû çiyayên Kurdistanê dijmin bi hovane dişewitîne me jî li hember vê li çiyayên tirkiyê agir bi her deverekê xist. Ji îro pê de jî li her devereke tırkiyê li hemberî êrîşkarî û faşîzma dijmin em dê her derê bişewtînin. Her Kurdeke bi şeref û rûmet divê hemberê dagirkeriyê helwesta xwe bi rê û rêbaza înîsîyatîfa me nîşan bide. Înîsîyatîf ya we ye. Ji bo şewitandina mal, milk, erd, kargeh, maşîneyên dijmin hûn bi heste û kibrîtekê agir berdinê besî we ye. Dem dema tolhildanê ye.”
BÎLANÇOYA ÇALAKIYAN:
* Di dîroka 21.07.2020 dan li 10 deverên turistik yên îzmîrê me agirê azadiyê bilind kir. Li gorî vê cihên me şewitandine û encamên wê wisa ne.
* 21.07.2020 an de li deverên Balcıova,Ozdere, Sığırcak, Bûca, Altındag, Seferîhîsar ku qadên turistîkin me hemû dane ber agirê azadiyê. Di van şewatanda bi dehan helîkopterên agirkûj, firokeyên agirkûj, bi sedan arazöz, maşîne, parazvanên qadên turistik, polês, leşker û faşistên tirk ji bo vemirandina van şewatan ketine tevgerê. Her wiha cihê keyfên wan yên havînê li wan bûne jehr. Mal û milken wan zirar dîtine. Gelek malen tirkan ji ber şewatan hatine valakirin. Ziyaneke maddî û manevî ya pir mezin me gihandiye tirkan.
* 21.07.2020 an de dîsa me li İzmîr Odemîşê nexweşxaneyeke tirkên faşîst kir xwelî. Di encama şewatê de tirkan mecbûr mane ku nexweşxaneyê vala bikin. Nexweşên wan li holê û bê çare mane.
* 21.07.2020 da heman awayî li İzmîr Torbaliyê me kargeheke-fabrikayeke sînayî kir xwelî. Di encamê de zerareke pir mezin ya maddi me gihandiye tirkan.
Di heman dirokê de li Mugla Datçayê me qadeke geşt û seyranê ji tirkan re kiriye xwelî û me kêfa wan ya geryanê di qirika wan de hiştiye.
* 22.07.2020 an de li Mersîn Tarsûsê me minibûseke rêwiyên tirkan agir pêxist. Dema maşîne dişewitî di gelek teqîn tê de rû dane. Di encama vê şewatê de maşîne bûye xurde.
* 22.07.2020 li Bursa Înegole maşineyeke taybet ya keseke akpyî me agirê azadiyê de heland. Agirê vê maşîneyê bi seetan dewam kiriye. Heya bûye xwelî jî agir nehatiye vemirandin.
* 22.07.2020 li Bursayê kargeheke pir mezin ya tekstil û dirûtinê de me agirê azadiyê pêxist. Kargeh qasî ku mezin bûye agir bi seetan berdewam kiriye. Di vê şewatê de ziyaneke psikolojik û maddî li tirkên faşîst bûye.
* 22.07.2020 di Muğla Bodrûma Turistîk de gelek mekanên turistîk me dane ber agir. Tirkên tirsok li hemberê agirê azadiyê nezan û bê çare mane. Di vê şewatê de gelek mal û cihên keyfê yên tirkan hatine şewitandin. Heya bûne xwelî kesê nekariye dest lê werde.