NAVENDA NÛÇEYAN
“Di vê hawarê de dîroka Ciwanên Kurd û dîroka têkoşîna ciwanên Kurd heye. Dema ku Mazlum Doxan çalakiya fedayî kir û zindana Amedê di hîşê Kurdan de kire dîrokek; ev dîrûşme jî Heftenîn kir dîrok. Dema ku Mazlum Doxan got; hawara me bigîhînin hemû cîhanê, ev dengê ku ji Heftenînê hat bu bersiva Mazlum Doxanan.
Ne pir dirêj ne jî pir kurt; ciwanên Kurdistanê ev tişt serxistin ku bi gotinekî ve dîroka xwe xulase bikin û dengê xwe bigihînin cîhanê. Dema ku dibêjin Gerîlla jî hema hema di hafiza mirovatiyê de ji derveyî resmê Gerîlla û bi taybet Gerîllayên jin ên ku keziya wan wek hevoka berxwedanê di nava milê wan heya rupelên dîrokê diçe wêdetir; yek jî dîrûşmeyên Gerîlla heye.
* Ji ser bêtêlê;
* Lêxe lêxe..
* Destpêbike destaaaan
* Kobra ket kobra ket seet xweş
* Aha welle dijmin revî revî
* Kuro evana çi dikin, ha yek li ser wir e
* De lêxe min çavê te xwarooo
* Bağırma öleceksin bağırma
* Welle mir mir
* Evana kuştiyên xwe dibin
Herî dawî jî “Ev der Heftenîn eee!”
Di dîroka gelên bindest de qederek slogan hene ku xeta wan a têkoşînê daye diyar kirin. Sloganên Gerilla jî vê dide diyar kirin. Fedekarî, qehremanî û lehengî. Bi van sloganan ve dayîkên Kurd şanazî bi van zarokên xwe dikin. Berxwedan, rêhevaltî, bawerî, pêkenok û serkeftin di van gotinên yek henaseyî de cih digire. Em yek jî kesên ku van sloganan avêtine nas nakin. Ji ber ku ev sloganan bûne xulaseye dil û mêjiyê me em van hevalan wekî perçeyekî ji canê xwe dizanin û wisa hîs dikin ku ji zarokatî heya niha her bi hev re bûne. Xeta Gerîlla di Kurdistanê de ev ava kiriye û ev daye hîskirin; aîdiyet û mirov bûn… Dema ku heval Tolhiladan ew slogana ku ev der Heftenîne avêt; bi rojan di rojeva hemû kesî de bû. Dema ku şehadeta Tolhildan hat parvekirin ev slogana di mêjiyê me de bû can û xwîn û bû tolhildan. Tolhildan ciwanekî Kurd, rastiya têkoşîna Kurd û evîna Gerîllatî û azweriya jiyana azad.. Bi vê sloganê ve jî gerek ciwanên Kurd bibin tolhildan û tola gelê xwe û tola tolhildadan bigrin…”
Faraşîn SÎDAR