NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara ‘Yurtsever Gençlik’ piştî demek dirêj dîsa dest bi weşana xwe kir. Di weşana xwe ya nû de kovar bi hejmara yekemîn ya meha Tîrmeh û Tebaxê derket pêşberî xwendevanên xwe. Hejmara kovarê ya meha Tîrmeh û Tebaxê bi şiyara “RIHE 15’E TEBAXE SERDIKEVE” digehêje xwendevanên xwe.
Editorên kovarê di vê hejmarê de ji bo Ciwanên Kurdistanê nivîsên derbarê diroka Berxwedana 14’ê Tirmehê û pêşketina pêngava 15’ê Tebaxê amade kiriye. Nirxandinên Rêber APO û potreyên şehîdan di kovarê de cihê xwe digrin. Bi perspektîfên xwe kovar ji bo Ciwanên Kurdistanê dibe rê nîşanek.
Edîtorên Kovarê weşana xwe ya nû bi wan gotinan da destpê kirin:
“Me herî dawî kovara xwe havîna sala 2016’an bi jimareke taybet derxistibû. Piştî wê heya roja îro ji ber sedemên girtina bi dehan hevalên me ji aliyê dijmin ve me nekarîbû xwe bighînin we xwandekarên hêja. Piştî vê êdî emê bi awayeke bi berdewam bi hest û fikrên we û xwe ve li pêşberî we bin. Dijminê dagirker di her kêliya ku li ser gelê me de tê komkujî û kok qelandinê tîne. Ji xirakirina bedenên hêja yên ciwanên Kurd bigre heya erdnigarî û xwezaya welatê me yê delal bi awayeke hovane dike armanc. Dixwaze welatê me û gelê me rojekê jî bi azad jiyan neke. Ji bo vê yekê jî me xwest em di vê jimara xwe de li ser welatparêziya Kurdistanê rawestin. Em dizanin ku mirovê welatparêz wê tu carî rê nede yek kiryarê dijmin jî. Bi taybetî jin û ciwanên Kurdistanê çawa ku di dîroka me ya qedîm de rê nedan dagirkeran, îro jî bi zanebûn û biryardariyek mezin a welatparêziyê bi her awayî wê têbikoşin. Ev kovar jî ji xwe ji kevneşopiyek wisa hatiye roja me ya îro. Ji şehîd Ozgûr Roniyan bigre heya şehîd Rênas Avestayan gelek şehîdên hêja ked dan vê kovarê. Hîn jî bêhna xwêdana wan ya pîroz ji rûpelên kovarê difûre. Ew bêhn îro gihîştiye Çiyayên Kurdistanê tevlî xwêdana Qasim Engîn, Egîd Îpek û Sema Koçeran bûye û bûye hêrsa tolhildanê, bûye eşqa welat, bûye rûhê têkoşînê… Em vê fedaîtiyê tu carî jibîrnakin û emê bibin zimanê eşqa wan ya welat. Emê li hemberî kok qelandina dijminê xwînxar her tim bibin zimanê welat û welatparêziya jin û xortên ciwan. Me bixwînin, me binasin. “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin!”
Wûn jî dikarin li ser wan navnîşanan xwe bigihînin Kovarê:
https://www.ciwantv.com/ku/category/yurtsevergenclik/
https://www.yumpu.com/user/yurtsevergenclik
https://issuu.com/yurtsevergenclik
NAVNÎŞANA DAXÎSTINÊ:
https://drive.google.com/file/d/1wFeftoWtFygmkx0LtcMVucqwGPV74_wf/view?usp=sharing