NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin careke din serî li rayedaran dan. Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin.
Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15’ê Adara 2015’an û vir ve tenê 5’ê Hezîranê, 12’ê Tebaxa 2019’an û 2’ê Adara 2020’an, Hamîlî Yildirim î ji dema ku birine Îmraliyê û vir ve ji 15’ê Tîrmeha 2015’an ve tenê 5’ê Hezîranê û 12’ê Tebaxa 2019’an karîbûye hevdîtinê bi malbata xwe re bikin.