NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Bernameya Taybet a Medya Tv re axivî û geşedanên girîng ên Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn nirxand.
Hozat diyar kir desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji şerê cîhanê yê 3’yan ê herêmê sûd werdigire, dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî û got MHP û Ergenekon bi vî şertî destekê dide AKP’ê.
Hozat diyar kir, weke encama polîtîkaya qirkirinê ya desthilata Trk êrîşên li ser jinan zêdetir bûne û got, ”Dewlet li Kurdistanê tecawizkar e, dagirker e, qirker e. Tecawiza li jina Kurd tecawiza li gelê Kurd e. Tecawiza li hemû nirxên Kurdan e. Li dijî vê li Kurdistanê ji heft salî bigirin heta bi heftê salî divê her kes rabe ser piyan .Hemû ciwanên Kurdistanê li her deverê divê ciwaba hewce bidin vê dewleta tecawizkar, qirker. Li Kurdistanê têkilî vê dewletê çi hebe divê were hilweşandin û şewitandin.”
Têkilî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Heftanînê jî Hozat got li bara berxwedana gerîlayan dewleta Tirk nikare bi pêş bikeve. Hozat destîşan kir AKP desthilata herî qesl a Komara Tirkiyê ye û her ku faşîzmê geş dike hilweşîna xwe nêzîk dike.
‘BI ŞOREŞA ROJAVA RE KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK LI ROJAVA BI GEWDE BÛYE’
Hozat ji bo salvegera Şoreşa Rojava diyar kir Şoreşa Rojava bi qasî ku şoreşeke netewî ya demokratîk e her wiha xwedî xisletekî gerdûnî ye jî, ‘şoreşa mirovahiyê ye” û got, ”Bi esasî bû şoreşeke wiha ku paradîgmaya Rêber Apo ya ekolojîk, zayendîparêz û azadîxwaz jiyanî bûye” û lê zêde kir: ”Paradîgmaya neteweya demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk li Rojava bi gewde bû.”
Hozat bal kişande ser rola jinê ya di vê şoreşê de û got, ”Şoreşa Rojava şoreşek wiha ye ku bi pêşengiya jinê pêk hatiye. Li hemû qadên vê şoreşê jinan kedeke mezin dan, can dan, xwêdan rijandin. Li qada berevaniyê bi DAÎŞ’ê re şer kirine, bi dewleta Tirk a faşîst re şer kirine, li dijî her cure êrîşê bûne hêza pêşeng a sereke.”
‘KOMKUJIYA PIRSÛSÊ DEWLETA TIRK KIR’
Hozat diyar kir piştî ku bi Şoreşa Rojava re DAÎŞ hate şikandin, dewleta Tirk ev bi xwe nedaye qebûlkirin û domand, ”Dema ku pişta DAÎŞ’ê hate şikandin, pişta AKP’ê jî hate şikandin. Ji ber ku DAÎŞ dest û çengê AKP’ê ya li Rojhilata Navîn bû. Wan li dijî Kurdan, li dijî gelên Rojihilata Navîn, hêzên demokrasiyê şer dikir. Bi DAÎŞ’ê re dihate xwestin ku dînamîkên demokratîk ên li Rojhilata Navîn were tinekirin, di serî de jî Tevgera Azadiya Kurd. Ji ber ku serê hêzên şoreşger û demokratîk PKK dikişand. Diwest ku bi DAÎŞ’ê re tevgerê tasfiye bikin. Piştî ku pişta DAÎŞ’ê hate şikandin dewleta Tirk rasterast kete dewrê. Dît ku bi El Nûsra û DAÎŞ’ê nikare encamê bigire ew kete dewrê. ”
Derheqê Komkuijya Pirsûsê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got, ”Hate gotin ku komkujî ji hêla DAÎŞ’ê ve hatiye kirin lê dewleta Tirk ev kir. Em pir baş dizanin ku dewleta Tirk û DAÎŞ yek e. Yê ku ew ciwan kuştin AKP ye, MÎT e. Armanc çi bû? Aliyekî vê parçeyek ji êrîşên li ser Rojava bû. Kê destek dida Rojava, kê destek dida şoreşa Rojava ew hemû kirin hedef, xwestin ku tine bikin Xwestin ku bitirsînin, çavtirsandî bikin. Aliyê wê yê Rojava ev bû.
‘KOMKUJIYA PIRSÛSÊ BI ESASÎ ÊRÎŞEKE LI DIJÎ YEKÎTIYA GELAN BÛ’
Aliyê dî jî têkilî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû. Bi têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya wir re têkildar bû. Ew jî bi eslê xwe bi Rojava re têkildar bû. Konsepta giştî bû. Bi vê komkujiyê armanc ev bû; têkiliya gelên Tirkiyê û Kurdan qut bikin, yekîtiya di navbeyna gelê Kurd û Tirkiyê de qut bikin. Bi esasî êrîşeke li dijî yekîtiya gelan bû. Bi vî rengî xwestin ku gelên Tirkiyê ji Kurdan dûr bixin, Kurdan terorîze bikin, tenê bihêlin û teslîm bigirin. Di şexsê wan ciwanan de peyam dane hemû civaka Tirkiyê. Peyam dane hêzên demokrasiyê, gelan, ciwanan. Peyam ev bû; heke hûn nêzî Kurdan bibin, hûn ê bişewitin, werin kuştin, bimirin. An hûn ê bimirin an jî vekişin quncika xwe.”
Hozat her wiha got ev êrîş her wiha starta plana çokşikandinê bû, jixwe plan 30’ê Cotmehê di civîna Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) ya Tirk de hatiye danîn, 5’ê Nîsana 2015’an cara dawî şandeya HDP’ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hev dîtiye, piştre hevdîtin bi temamî hatiye birîn, pêvajoya diyalogê qedandine û pêvajoya şerê giştî dane destpêkirin, 20’ê Tîrmeha 2015’an jî 33 şoreşgerên sosyalîst hatine kuştin.
Hozat têkilî êrîşên dewleta Tirk got, ”Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê diwaze ji şerê cîhanê yê 3’yan sûd werbigire, plana qirkirinê ya 100 salî bie serî, qirkirina Kurdan temam bike û MHP’ê, Ergenekon, hemû klîkên faşîst ên paşverû jî bi vî şertî destekê didin AKP’ê.
‘TECAWIZÊ WEKE POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ BI CIH TÎNIN’
Têkilî êrîşên li ser jinan jî Hozat got, ”Hêza ku civakîbûna Kurdistanê ava dike jin e. Ya ku çanda Kurd, civakîbûn heta bi îro aniye, daye jiyîn, têkoşîna vê dide jin e. Niha dibêje heke ew jinê teslîm bigirin wê berxwedana Kurdan jî teslîm bigirin. Ji ber vê jî êrîşeke bi alçaxî tîne. Tecawizê weke polîtîkayeke qirkirinê bi cih tîne. Ji bo vîna jina Kurd teslîm bigire, di şexsê jina Kurd de ji bo ku vîna Kurdan teslîm bigire, van êrîşên tecawizê dikin. Ev aliyekî şerê taybet e.
Hozat bi berdewamî got, ”Li Tirkiyê bi esasî li dijî jinan polîtîkaya tecawizê heye. Dema ku bi polîtîkaya qirkirinê ya Kurdistanê re digihije hev bi rengekî girantir tê jiyîn. Li cografyaya Kurdistanê cihên ku herî pir berxwedan lê geş e dibe hedef” û diyar kir Botan, Dersim, Serhat, Amed, Êlih kirine hedefa xwe.
Hozat bertekên li dijî van êrîşên li ser jinan bi bîr xist û got, ”Têrê nakin. Bi rastî jî ev tecawiz sedema raperînê ye. Ji heft salî heta bi heftê salî divê her kes rabe ser piyan.”
‘DEWLETA TIRK LI KURDISTANÊ TECAWIZKAR E’
Hozat li ser polîtîkaya tecawizê ya dewleta Tirk got, ”Dewlet li Kurdistanê tecawizkar e, dagirker e, qirker e. Tecawiza li jina Kurd tecawiza li gelê Kurd e. Tecawiza li hemû nirxên Kurdan e. Li dijî vê li Kurdistanê ji heft salî bigirin heta bi heftê salî divê her kes rabe ser piyan .Hemû ciwanên Kurdistanê li her deverê divê ciwaba hewce bidin vê dewleta tecawizkar, qirker. Li Kurdistanê têkilî vê dewletê çi hebe divê were hilweşandin û şewitandin.”
‘DIVÊ HELWEST GIŞTÎ BE’
Hozat her wiha got, ”Êrîşê tînin ser pîroziya civakê. Êrîşeke giştî ya qirkirinê heye. Li dijî vê divê helwest jî giştî be. Heke li dijî van êrîşan em niha li ber xwe nedin em ê kengî li ber xwe bidin. Piştre qirkirin e. Heke niha berdêlê nedî ber çavan, li ber xwe nedî, berdêlan neparêzî, bi temamî dikarî ji her tiştî bibî. Ji vê girantir berdêl heye? Lê ku tu berdêlan bidî ber çavan dikarî her tiştê xwe biparêzî” û diyar kir, ”Ev têkoşîn tenê bi berxwedana gerîla nabe. Şerê qirkirinê tenê bi berxwedana gerîla, tenê bi têkoşîna gerîla nayê pûçkirin. Divê gelê me jî ji heft salî heta bi heftê salî li cem gerîla be, tevlî vê têkoşîn û berxwedanê bibe. ”
‘LI HEFTANÎNÊ BERXWEDANIYEKE BÊHEMPA HEYE’
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkilî dagirkeriya Tirk a li ser Heftanînê û berxwedan mezin a gerîla got, ”Li Heftanînê berxwedaniyeke bêhempa, bi lehengî heye. Dewleta Tirk êrîşeke bi hovene tîne, berxwedaniyeke bêhempa heye. Ez berxwedaniya gerîla pîroz dikim. Hemû hevrêyên ku şehîd bûne bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînm. Berxwedaniyeke pir bi lehengî heye. Berxwedan didome, di qonaxa berdest de gerîla rê nedan êrîşên faşîst, qirker, li ber xwe dan û pêşiya êrîşan girtin, şikandin. Dewleta Tirk zêde nikare bi pêş ve biçe. Niha bi teknîka zêde, li girên ku bombebaran kirî mane. Li dijî van giran jî gerîla her roj çalakiyên cidî, serkeftî dike, li her deverê lê dide.”
‘DIXWAZIN BAŞÛR, ROJAVA TEVÎ NAV XAKA XWE BIKIN’
Hozat li ser armanca dewleta Tirk got, ”Dixwazin Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tevlî nav Tirkiyê bikin, dixwazin dagirk bikin. Bi dagirkirina van deveran ji Heftanînê heta bi Xakurkê, Qendîl, Şengal, Mexmûr, tevahiya Rojava, tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike, jixwe Idlib dagir kiriye, wiha jî dixwaze xwe bigihîne Deryaya Spî. Dixwaze van hemû sînoran tevlî Tirkiyê bikin. ”
Hozat bi berdewamî got dewleta Tirk ji bo ku dijminê Kurdan e dijminatiya PKK’ê dike û divê ew vê baş bi wan mêjiyan bidin fêhmkirin ku hê jî ev fêhm nekirine.
Hozat her wiha got, ”Armanca dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr çiye? Dixwaze statûya Kurdistanê ya Federe ji holê rake. Armanc bi mîsogerî ev e, dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê, Mûsil û Kerkûk jî di nav de dixwaze dagirk bike û tevî nav xaka xwe bike. Propagandaya vê zemînê di ser PKK’ê re hazir dike, bi vê dixwaze ji xwe re zemîna rewatiyê çêbike. Divê rêveberiya Başûr rasyonel be, biaqil û bi rasteqînî nêzîk bibe. Divê bi hesasiyeta welatparêziyê nêzîk bibe. ”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat herî dawî têkilî ambargoya li ser Mexmûrê ku ev saleke didome got ji bo ku dewleta Tirk ev ji salekê zêdetir e ambargo li ser Mexmûrê heye, ev jî parçeyek ji êrîşên qirker e û domand, ”Ji bo ku dewleta qirker, mêtinger, faşîst dixwaze mirov ambargoyê li ser civakeke ji hezar mirovî zêdetir ambargoyê datîne? Kîjan wijdan, kîjan Kurdayatî, kîjan nirxê welatparêziyê vê qebûl dike? Divê Rêveberiya Başûr li dijî vê xwedî helwest be. ”