BEHDÎNAN – Artêşa tirk a dagirker bi kobrayan gundê Banikê û derdorî wê ya Heftanînê bombe kir. Ji ber bombeyên hatin avêtin li herêmê şewat derket. Şewat ber bi goristana gund ve dewam dike.
Êrîşa ku saet 22:30’ê şevê destpê kir, heta 23:20’î dom kir. Gel hewl dide şewatê vemirîn.
Gundê Banikê dikeve jêra devera Dupişka û Minînê.