STENBOL – Milîsên Tolhildanê yên Ûlaş Adali yê HBDH’ê li Kagithaneyê li dijî polîsên faşîst çalakiyeke çekdarî li dar xist.
Milîsên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di 23’ê Tîrmeha 2020’an de li Kagithaneya Stenbolê li dijî wesayîta polîsan a bi rê ve diçû çalakiyeke çekdarî hate lidarxistin. Li hemberî çalakiya çekdarî ya hêzên me yên milîsan, polîs ji cihê bûyerê reviyan.”
Wê çeteyên tacîzkar û tecawizkar ên Suleyman Soylûyê faşîst li her derê bibin hedefa hêzên me. Ji tecawizkaran heta îstîsmarkirina zarokan ji çawişan heta polîs û notirvanan hemû bûne rêxistina sûc a polîsan. Wesayîtên polîsan xizmeta sewqiyata tiryakê dike, ev çeteyên bi unîforma li Somayê li karkeran dixe, êrîşî Dayikên Şemiyê dike.
Ev çalakiya me li dijî terora polîsan a li ser salvegera qetlîama Sirûcê. Hemû êrîş û zextên faşîzmê li hemberî têkoşîna me têk diçe. Vê îradeya ku li Kadikoyê li barîkatên polîsan dide, hêza xwe ji têkoşîna yekgirtî werdigire.”