BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî da:
“Di êrîşa esmanî ya artêşa TC’ê ya 30’ê Hezîranê li ser devera Xantûr a Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Welat û Şoreşger şehîd ketibûn.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Şoreşger Şemse Nav û Paşnav: Mehmet Emîn Toy Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayikê-Bav: Zeynep – Osman Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn-30’ê Hazîran 2020 |
Nasnav: Welat Agirî Nav û Paşnav: Îsmaîl Alî Cihê Jidayikbûnê: Derik Navê Dayikê-Bav: Şaha – Ramazan Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn-30’ê Hazîran 2020 |
Bi berxwedana şehîdên me yên leheng operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hesabên mezin a li ser Herêma Heftanînê vala derketin. Lehengên esasî yên vê destana lehengiyê çavkaniya îlhamê xeta fedayî ya Apogeriyê ye. Di meşa serketinê ya şehîdên me yên leheng a ber bi serketinê de, ala berxwedanê bi lehngiyekî mezin canê xwe feda dikin, tim bi pêş ve bûye û radestî yên li pey xwe kiriye. Hevrêyên me Welat û Şoreşger jî, bi berxwedana Heftanînê carekî din hewesa hişmendiya faşîst û nîjatperest di qirikê de hiştiye ruhê fedayî yê Apocî di roja yekem de bi heman kelecanê bi têkoşîna xurt bûye xofa tirsa dilê dewleta faşîst.
Hevrê Welat sala 1992’an li Dêrikê hatiye dinê, ji Rojava tevlî nava refên azadiyê bûye. Hevrê welat ê di nava malbatekî welatparêz de mezin bûyî, hê ji temenê biçûk heskirina wî ya ji bo partiyê çê dibe, di nava malbat û derdorekî welatparêz de şekil digire. Hevrê Welat ê demekê di nava xebatên ciwanan de cih digire ji bo hê zêdetir xizmeta gel bike hê zêdetir pêwîstî bi têkoşînê tim di dilê xwe de hîs dike, vê dibîne ku rêya vê berê xwe dana çiyayên Kurdistanê ye. Hema piştre mîna bi hezaran ciwanî berê xwe dide nava refên gerîla. Hevrêyê me Welat di jiyana xwe ya nava gerîla de li gelek qadan kar kirye, bi enerjiya xwe ya bê dawî, li her qada jiyanê têkoşîn kiriye. Hevrêyê me yê ruhê milîtanê Apocî xwe perwerde kir, bi seknekî bê dudilî, bi tevlîbûna xwe her demê pêşengtî ji hevrêyên xwe re kiriye. Hevrêyê me Welat ê yek ji pêşengên berxwedana efsanewî ya Heftanînê li ber dagirkerên bê desteka teknîkê nikarin bi gavekê jî pêş ve bên; bê ka wê şerekî bi bandor çawa bê kirin bi vekirî nîşan daye.
Hevrêyê me Şorgeşger sala 1990’ê li Sêrtê hatiye dinê, ji ber zilm û zordariya dewleta TC’ê hê di temenê xwe yê biçûk de neçar dibin li gel malbata xwe diçin Edeneyê. Hevrêyê me Şorgeş di nava derdorekî her demê zanabûna welatparêziyê zindî dihêle de mezin dibe. Dema ji bo xwendina zanîngehê diçe Muglayê bi tevgera ciwanan re nasîbûna wî çêdibe, bi aktîf dest bi têkoşînê dike. Hevrêyê me yê di nava xebatên ciwanan de pratîkeke xurt nîşan dide, ji bo kêm ditina vê rewşê û hê zêdetir xizmetê ji bo gel bike, bi armanca cih di nava navenda têkoşînê de bigire 2014’an tevlî gerîla dibe. Hevrêyê me yê demek kin tevlî jiyana gerîla dibe, tim xwe û hevrêyên derdorî xwe ji bo pêşxistina rêxistinî û xeta leşkerî di nava hewldanan de ye. Hevrêyê me yê bi keda xwe, dilnizmî, girêdana bi hevaltiyê re her demê li pêş e, li dijî dijmin xetekî berxwedanê ya xurt raber dike, carekî din bi vê yekê xeta milîtantiyê nîşan dide.
Di ser de ji malbata hevrêyên xwe Welat û Şoreşger ên şehîd bûne, ji hemû gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin, soz didin ku em ê bi ruhê berxwedanê ku şehîdên me ava kirî ala têkoşînê hilgirin, têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.”