NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Bersivdayînê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ya YPS-Jin ragihand ku di navbera dîroka 23-26’ê Tîrmehê de li Manîsa fabrîqeyek, li Amedê kamyonek û li Entalyayê jî wesayîteke ya kesekî faşîst şewitandiye.
Tîmên Bersivdayinê ev got: “25’ê Tîrmeha 2020’ê saet 15:30’î li ser rêya Taxa Muradiye ya navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê li dijî fabrîqeyekê çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de fabrîqeya vegerandinê bi temamî şewitiye.
26’ê Tîrmehê li ser Rêya Nukhet Coşkûn a navçeya Rezan a Amedê kamyona sergoyê ya şaredariya ku qeyûm dagirkiriye hate şewitandin.
LiEntalyayê jî 23’yê Tîrmehê li taxa Navenda a navçeya Serîk a Entalyayê wesayîta şexsê bi navê A.S hatiye şewitandin.
Hemû sazî, dezgeh, wesayît û ciwanên ku di êrîşên sîstematîk ên destdirêjî, destavêtin, dîsa qeyûm û hevkar di hedefa êrîşên me de ne.
Li Kurdistanê li dijî tecawîzkar û qeyûmên dagirker her kêlî dibe em çalakiyê bikin. Êrîşên li ser nasname û hebûna me em ê bi çalakiyên xweparastinê têk bibin.”