NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Bersivdanê yên YPS’ê yên Şehîd Mazlûm Jiyanda bi çarçoweya, ”Li dijî mêtingeran û nokerên sîxûr pêngava tolhildanê”, li Mêrsîne, ‘bi teknîkên taybet’ li dijî leşkeran çalakî kirine.
Di daxuyaniya niviskî de wiha hate gotin:
“27’ê Tîrmeha 2020’an tîmên me yên bersivdanê li navçeya Mutê ya Mêrsînê li dehma Sertavûlê ya rêya Karamanê li dijî otobûseke sivîl a fîrmaya Alaşehîr Sarikiz Turîzmê ku leşker tê de bûn, çalakî kirine.
Tîmên me yên bersivdanê piştî ku demeke dirêj dijmin şopandin û hînbûnên dijmin tespît kirin, li djî wesayitê ku ji duh ve bi rê de bû, sibehê saet 07.00’an ‘Bi Teknîkeke Taybet’ çalakî kirine. Di encama çalakiyê de li gel ku tam tespît nebûye jî 6 leşkerên dijmin mirine û 15 jê giran ji 30’î zêdetir birindar bûne.”
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin dewleta Tirk li bajaran wê YPS’ê li pêşberî xwe bibîne, “hesabê êrîşên qirkirinê bide. Bi tekînên taybet ên ku me li dijî teknîka wan a pêşketî pêş xistine, li deverên ku qet ne li hêviyê ne, em ê derkevin pêşberî wan.”
‘BI NAVÊ QEZAYÊ NÛEYÊN DEREW SERWÎS DIKE’
Her wiha hate gotin “Çeteya AKP-MHP’ê ji bo ku gel moral û cesaretê nestîne hemû çalakiyên ku têne kirin bi navê qezayên bi nûçeyên derew serwîsî medyayê dike. Medyaya şerê taybet ku bi ser neket ser çalakiyê bigire, daxuyaniyên lihevnekir dane, rayedarên dewleta Tirk û devê fermî Hulîsî Akar jî bi daxuyaniya ‘firên vala bûye’ ya li ser otobûsa ku pir baş hatiye mieyenekirin, dehaya xwe ya leşkerî daye axaftin.”
‘JI BO BÎRANÎNA MAZLÛM JIYANDA’
Her wiha hate gotin wan ev çalakî ji bo bîranîna Mazlûm Jiyanda kirine, ku 1’ê Îlona 2019’an li Qadên Parastinê yên Medyayê bi êrîşa hewayî ya Tirk şehîd bûbû.