NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên Îmran Firtina yên HBDH’ê diyar kirin ku wan di 23’ê Tîrmehê de saet di 23.00’an de li Îkîtellîya Stenbolê nokerê bi navê Mûrat Can Emîr ceza kirine.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Mûrat Can Emîr demekê di nav refên şoreşger de , li qadên şer ên şoreşger maye û piştre teslîmî dewleta faşîst bûye. Agahiyên derbarê pêkhateyên HBDH’ê û rêxistinên wê yên şoreşger,hin şervanên HBDH’ê daye dewletê, di operasyonên dewletê de yên li dijî şoreşgeran de jî bûye ‘alîkar’. Hate tespîtkirin ku ev kes nokeriya xwe vedişêre, xwe wekî çepgiran nîşan dide û di demên cihê de jin jî tacîz kiriye.
Ji ber îfadeyên Mûrat Can Emîr û yên gelek îxanetkar û nokeran bi dehan şoreşger hatine girtin, êşkence li wan hatiye kirin û hatine qetilkirin. Ji ber îfadeyên van nokeran gelek şoreşger hatine girtin.
Ev kes îro li hemberî faşîzmê stûyê xwe xwar kirine. Ev polîs kuerên Berkîn in. Ev polîs bedena me bi panzêran li erdê dikişînin, goristanan hildiweşînin û êrîşî cenazeyên me dike. Van polîsên faşîst cenazeyê dayika Taybet heft rojan li erdê hiştine. Îro ev noker jî xizmetê ji van polîsên faşîst dikin.
EM Ê CEZAKIRINAN BIDOMÎN’
Murat Can Emîrne îtirafkarê yekem ne jî yê dawiyê ye. Dosyayên gelekan di destê hêzên me yên yekgirtî de ne, ew di bin çavdêriyê de ne. Em we hemûyan carek din jî hişyar dikin. Bi sedan çalakiyên ku hêzên me yên yekgirtî da nîşandan ku rejîma sarayê jî nikare xwe biparêze û şikestina faşîzmê tê jiyan kirin. Di çavê desthilata ku hun jê re bîat dikin de, nirxê we qasî fîşekekê jî nîne. Sûcên ku we li dijî gel û şoreşgeran pêkaniyî îtiraf bikin û xwe radestî edaleta şoreşgeran û HBDH’ê bikin. Li aliyê din jî em wê li dijî van sûcên we cezakirinê bidomînin.
BANGA GELAN
Banga me ya vekirî ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ev e: Van kesên bêrûmet îtirafkar-noker tecrîd-teşhîr bikin, cihê wan ne li ser sifreya me, ne li kolana me û ne di silava me de ye. Ev kes ji rêzê dîtin, qetlîamên faşîzmê ji rêzê dîtine. Ji bo van bêdeng mayîn, bêdengbûna li dijî êşkenceyê, tecawizê û înfazan e. Em bang li hemû ciwanên şoreşger dikin ku li dijî van çeteyên noker-îtirafkar çalakiyan bikin.”