NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên Rojava bi ruhê Seferbelikê dibin Diruşmeya “Serhildana Jinên Ciwan Tolhildan e” berê xwe didin Çiyayên Kurdistanê. 14 Jinên Ciwan tevlî nava refên Gerîllayên Azadiyê bûn. Di derbarê vê yekê de jinên Ciwan ên tevlî refên Azadiyê bûne nerînên xwe ji ajansa me re pervekirin û wiha gotin; Ji tevahî ciwnan em xwesteka dixwazin ku berê xwe bidin vê riyê ji bo ku wê tunebûna ku dijmin di me de avakiriye em derbasbikin êdî bese ji bo wê jî em berê xwe bidin riya azadiyê, bangî hemû Ciwanên Kurd dikin da ku werin ser riya şerefê”.
Elefteriya Ocalan li ser tevlîbûna xwe nerînên xwe wiha ji me re parvekir; “Tişta ku min bandor kir da ku ez tevlî bibim Şehîdên mene, Şehîdên ku li ser riya heqîqetên e. Em jî riya wan bişopînin û wê riyê berdewam bikim, ji bo malbata xwe ez dibêjim bila her tim serê malbata minbilind bê. Riya ku min hilbijartiye, riya şerefê ye, riya namûsê ye. Pêwîste her ciwanek her Jinek li ser vê riyê bimeşê.
Em bangî hemû Ciwanên Kurd dikin da ku werin ser riya şerefê ji bo Cenga ku li Heftanîn çêdibê. Em silava ji Çiyayên Kurdistanê ji we re dişînin, em berxwedaniya wan pîroz dikin. Ji bo dewleta Tirk a dagirker dema gava xwe avêtî axa Kurdistanê bi taybet li ser Çiyayên Heftanîn, bila baş bizanîbin ew ê ji wan re bibê goristan, ev dawiya dewleta tirk e li Heftanînê.
Her wiha Dilmaf Perwîn jî nerînên xwe anîn ziman û wiha got; “Bandoriya tevlîbûna min li ser Îdeolojiya PKK’ê û fikir û felsefeya Rêberê Apo çêbû ji bo vê yekê ez tevlî bûm. Îdeolojiya PKK’ê jî yek jê Azadkirina Jine û Civakek Exlaq û Polîtîke li ser vê esasê Îdeolojiya PKK’ê hatiye avakirin. Armancê min ji tevlîbûnê demê ez di nav Civakê de wek jinek Ciwan hatibûm tunekirin û helandin ji bo ku ez xwe ji vê tunebûnê xilas bikim, min berê xwe da vê riya Azadiyê û ji bo tevahî malbata ez vê gotinê dibêjim ji bo ku hûn bi Zarokên xwe Serbilind bin bila berê xwe bidin vê riyê ji bo ku civak civakeke azad derkevê ji tevahî ciwnan em xwesteka dixwazin ku berê xwe bidin vê riyê ji bo ku wê tunebûna ku dijmin di me de avakiriye em derbasbikin êdî bese ji bo wê jÎ em berê xwe bidin riya azadiyê.
Bila dijmin baş zanibe çiqas li Heftanînê û Xakurkê şer çêbike tu carî Ciwanên Kurd serê xwe li hemberî wê natewînin, her tim em ê Serbilind bin. Ev şerê ku li Efrînê tê meşandin şerê Hebûn û tunebûnê ye ji bo wê jî em wek Ciwan tunebûnê ser xwe qebûl nakin, em tenê hebûnê ser xwe qebûl dikin”.