NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Seyît Batman ên YPS’ê de hate ragihandin ku di çarçoveya “Pêngava tolhildanê ya li dijî sîxur-noker û mêtingeriyê” de li gelek bajaran çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê di 20’ê Tîrmehê saet 22:45’an de li taxa Tokî Uçkûyû ya navçeya Peyasê ya Amedê, li dijî mînîbusa panelvan a polîsên Tirk ku ji bo guhdarîkirin û şopandinê bi kar dianîn û buhayê xwe 2 milyon TL ye, çalakiya sabotajê hate kirin.
Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de wesayit hate şewitandin û yekîneyên wan jî bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûn.
Li gorî daxuyaniyê, 30’ê Tîrmehê saet 19:00 li herêma Pîşesaziyê ya Mûradiyeyê di çalakiya sabotajê de 2 tankerên ku madeyên kîmyewî tê de bûn hatin şewitandin û şewatê heta roja din saet 11:00 hate vemirandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 1’ê Tebaxê li taxa Konak a navçeya Yatagan a Mûglayê, wesayitek ‘faşîstê’ bi navê O.G. hate şewitandin.
Li taxa Karabayir a navçeya Çamelî ya Denîzliyê jî 21’ê Tîrmehê saet di 09:00 de cotgeha ‘faşîst’ekî hate şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiyên wan ji bo bîranîna şehîdên ‘Cenga Heftanînê’ û şehîdên berxwedanê hatine lidarxistin.