NAVENDA NÛÇEYAN
“Her erdnîgarî, her civak, her gel lehengên xwe ava dike. Dirokên gelan ji aliyên lehengên xwe ve tên nivisandin. Di erdnîgariyek weke Kurdistanê de jî ev her tim bi awayeke zindî xwe gihandiye roja me ya îro. Dîroka Kurdistanê her çiqas ji aliyên dijminê me ve hatibe înkar kirin jî ev yek heqîqêta wê nade guhertin. Bê şik dîroka Kurdistanê bi dîroka qehremantî û lehengiyê ve xwe gihandiye roja me ya îro. Ji ber vê yekê jî ruxmê ku dijmin ewqas êrîşê dîroka me dike û dixwaze tune bike jî, lê belê heta niha nekariye encama dixwaze werbigre. Encam negirtina dijmin bingehê xwe ji vê rastiyê digre. Lê belê dijmin dîsa jî navber nedaye êrîşên xwe yên armanca tune kirina dîroka me. Her roj bi hovane êrîş dike. Lê belê tevgera azadiya Kurdistanê PKK li hemberî wan êrîşan weke bendekî sekiniye û dîroka me ya pîroz dipareze. Ji ber ku tevgera azadiya Kurdistanê şopdarê lehengên Kurdistanê ye û her tim vê doza azadiyê xurtir dike. Çawa ku lehengan dîroka Kurdistanê nivisandine PKK jî heman rengî lehangan diafirîne. PKK mîna hêlîna lehengan e. Lehengên di nav PKK’ê de wek lehiyek diherikin û di nav dilê gel da cîh digrin. Yek ji wan lehengan jî Rênas Avesta ye.
Heval Rênas di nav malbateke welatparêz de hatiye dine. Ji ber vê yeke jî malbat navê heval Rênas kiriye Welat. Heval Rênas zilm û zordariya ku dijmin li malbatê kiriye hîn di zarokatiya xwe de ji nêz ve jiyan dike. Her êrîşên ku dijmin li ser malbatê kiriye ev yek di heval Rênas da nakokî daye ava kirin. Ji ber vê yekê heval Rênas rastiya dijmin hîn di temenekî biçûk de naskiriye. Ruxmê ku hîn temenê wî biçûke jî dikeve nav lêgerînê. Piştî ku hevalên ciwan nas dike dikeve nav xebatên ciwanan. Di nav xebatan de Rêbertî, partî û rastiya dijmin bi awayekî xurt derdixe zanebûnê. Dema Rêbertî nas dike hîskirina welat pêşdikeve. Di 28 Sibata 2014’an de biryara tevlîbûnê dide û êdî ji malbatê qut dibe.
Ez dizanim şehîdan vegotin tiştekî ne hêsane. Ji bo milîtanekî tişta herî zehmet û giran vegotîna şehîdan e. Her çiqas şehîd werin vegotin jî em dizanin di nav dilê me de parçeyên herî girîng û pîroz emê nikaribin bînin ziman. Dê her tim weke kulekî di hundirê me de bimîne. Dibe ku tiştek ku me bi şehîdan ve girêdayî dihêle ew kul e. Her çiqas giran were jî şehîdan vegotin deynê stûyê me ye. Ya girîng şehîdan her tim jîyan kirin û dayîna jiyan kirine. Ji bo vê jî Rêbêr Apo dibêje; “Gelek encax bi xwedî derketina şehîdên xwe dikare rûmeta xwe biparêze”.
Tiştê ku ez di derheqê heval Rênas de bînim ziman ne tiştên ku min ji hevalan bihîstiye an jî min di nivisan de xwendiye. Min heval Rênas wek şexs nas kir. Ez pêre mam, min pêre jiyan kir. Ez dizanim hestên xwe çiqas bînim ziman jî wê kêm bimîne. Lê tiştê ku min ji wî dît ji bo min wê her tim mayînde be. Ez ê tu carî ji bîr nekim. Naskirina min ya heval Rênas Adara 2014’an li Amedê çêbû. Wê demê heval Rênas nû tevlê xebatan bibû û soza xwe ya tevlîbûna gerîla dabû. Heval Rênas dema tevlî bibû min pir bandor kiribû. Rûxmê ku hevalek him ciwan bû him jî xwesteka wî ya pêşketinê pir zêde bû. Vesaziya Heval Rênas wê demê ji bo dewreya perwerda ragihandina ciwanan hat çêkirin. Dewreyekî 15 roj bû. Tevlîbûna heval Rênas ya perwerdê rastî jî di asta herî jor de çêbûbû. Her kêliya ku di perwerdê de derbas kir têr û tije bû. Yek lêhûrbûna wî hebû ew jî hîn zêdetir Serokatî nas kirin bû. Çiqas Serokatî dixwend ew qas zêdetir girêdanbûna wî çêdibû. Rastî jî ev yekî min bi çavê xwe dît. Dema pirtûka Serokatî ya “Parastina Gelekî” dixwend mirov digot qey ji ser hişê xwe diçe. Awayekî wisa dixwend wekî ku mirov bêje bi pirtûkê ve dibe yek. Wisa direcifî mirov digot wê bikeve. Ev rewşa wî û girêdanbûna wî ya Serokatî min pir bandor dikir. Ew dîmenê wî yê xwendina pirtûka Serokatî hîn jî di bîra min da zindî ye. Tu carî ji ber çavê min derbas nabe. Ez çi demê pirtûk dixwînim ew dîmenî wî yê ricifîna wî tê ber çavê min.
Heval Rênas ne tenê di xwendinê de wisa bû. Her kêliyê jiyanê her tiştê jiyanê ji bo wî dibû sedema fêmkirinê. Ji bo wê jî her tim bi moral û coş bû. Xwedî pîvan û rêgezan bû. Her tiştê ku partî digot, ji bo wî talîmatekî bê qusûr bû û bê şîrove diviyabû pêk bihata. Piştî perwerdê vesazbûna wî û hîn hevalên dîtir ji bo ragihandinê çêbû. Di heman perwerdê de 4 hevalan fîrarê eyaleta Licê kirin. Heval Renas ji pratîka ku hevalan kir pir aciz bû û nepejirand. Sedema ne pejirandina wî jî bi temamî bi hesasiyeteke rêxistinî bû. Her tim digot heke partî ewqas qedr daye me, me ewqas perwerda partiyê dîtiye. Partî çi erk bide me pêwîste em jî bi layîqî erkên ku partiyê daye me bi cîh bînin. Mîlîtan ji bo erkên partiyê bi cîh bîne heye. Girêdanbûna wî ya partiyê heta dawî ji bo erk û berpirsyartiya partiyê bi cîh anînê bû. Dîsa Heval Rênas, hevalek her çalak bû. Nedikarîbû li cîhê xwe bisekine. Ji bo wî çalakî her tişt bû. Roj kar û xebatên ragihandinê dikir. Dema dibû şev jî taxên Amedê de di nav çalakiyan de bû. Her çiqas dizanibû jî ew tiştê wî şaş e. Lê belê nedikaribû pêşiya çalakbûna xwe bigre. Rojekî min dît bi lez tiştek diveşêre min jê re got: “Heval ew çiye?” Destpêkê veşart ne got. Min dît ku 2 bombêyên deng li gel wî ne Li ser vê yekê dema min wî rexne kir heval Rênas got: ‘’Heval ez çi bikim hevalan ji min re gotin êvarê çalakî heye. Ez jî çûm ev jî li gel min man. Ez ji bo çalakiyan nikarim ji hevalan re bêjim na.’’ Ez dikarim bêjim ku çalakî navê wî yê duyemîn bû.
Herî dawî min heval Rênas 2015 li Çiyayên Azad dît. Piştî perwerdeyê ji bo derbasê Bakur bibe xwe pir xurt amade kiribû. Piştî perwerdê vesaziya wî dîsa ji bo ragihandina ciwanan çêbû. Di aliyekî de qet ne dixwest ji çiya qut bibe ji aliyekî ve jî dilê wî her tim ji bo Bakur lêdida. Ji ber ku li Bakur pêvajoyek tam li gor wî hatibû destpêkirin. Di pêşengtiya ciwanan de pêngava ’Rêveberiyên Xweser’ hatibû îlan kirin. Ciwan li her derê di nav çalakiyan de bûn. Her çiqas vesazbna heval Rênas yekser ji bo xebatên civakî û îllegal çênebe jî dixwest di nav wan çalakiyên dîrokî de rola xwe bilîze. Heval Renas rûxme ku temenê wî bicuk bû jî di asta ku dikare berpirsyartiyê rabike vesazbûna wî çêbû. Piştî ku derbasê Bakur bû xebatên kovara ‘’Yurtsever Gençlik’’ da meşandin. heta astekî jî ev xebat pir baş da meşandin. Lê belê piştî Şerê Bajaran geş û mezin bû, coş û kelecana wî ya ciwantî berê wî da yek ji kelha berxwedanê: Nisêbîna rengîn. Heval Rênas dema xwe digihîne hevalan êdî tu kes nikare pêşiya çalakbûna wî bigre. Di berxwedaniya ku bi pêşengiya ciwanan di Nisêbîna rengîn de dihat meşandin rola heval Rênas diyarker bû. Heval Rênas ew kîn û hersa xwe ya ku bi salan di dilê xwe da mezinkiribû li hemberê dijmin da der. Her kêliyên di nava berxwedanê de hêrs û kîna wî geştir dikirin. Kêliyekî jî li hemberê dijmin ne ket nav dûdiliyê. Her tim li hemberê dijmin zelal û tûj bû. Heta dawî jî li hemberê dijminê xwînxwar tevî rêhevalan berxweda û talîmatên ku ji partiyê girtibû bi cîh anî. Heval Rênas bi rihê ciwantiya Apoger, xwe xist nav dilê gelê Nisêbîna rengîn.
Hestên Heval Rênas beriya ku biçe Bakur:
“Êdî di Kurdistanê de zilm û zextên dewleta Tirk nayên pejirandin. Salane komkijiyên ku dijmin li Kurdistanê dike îro hatiye asta herî dawî û wan komkijiyên xwe eşkere dimeşîne. Bi wî şeklî êdî em nikarin bêdeng bimînin. Ji bo vê yekê ez jî dixwazim di vê pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî de cîhê xwe bigrim û bi awayek fedaî û mîlîtanekî Apoger tevlî bibim. Ez jî bibim parçeyek vê şoreşê. Xwestek û hewildana min dê her tim di wê astê da be.
Herî dawî ez dixwazim bêjim; ji bo çiyê, ji bo PKK dema mirov dikeve nav rêxistinê hinek tişt baştir tên fêm kirin û xuya kirin. Pêwîste mirov xwe bixe nav agir. Dema destê mirov neşewite mirov nizane şewitandin êşeke çawa ye. Dema mirov nêzî agir nebe jî mirov nizane agir çawa derdora xwe ronî dike an jî agir çiqas pîroz e. Pêwîste mirov xwe carna bavejê nav agir ku ji bo agir fêm bike. Ji bo vê ez dibêjim pêwîste her ciwanekî li Kurdistanê xwe bixe nav agir û fêm bike agir tiştekî çawa ye. Ji ber ku salane di Kurdistanê de ev agir gelê me dişewitîne. Divê hinek fedakartî bikeve pêş ku ew agirê ku dijmin ji bo şewitandina gelê me bi kar tîne em wî agirê bitefînin û agîrê pîroz pêxin. Xwesteka min ya herî mezin ji bo ciwanên Kurd tevlî refên gerîla bibin û agirê pîroz li her derê geş bikin e.”
Heval Rênas bi wan hest û ramanan berê xwe da Bakur. Heval Rênas bû agir. Agir ji nêz ve nas kir û hîs kir. Heval Rênas him bi wî agirê ronahî dît, him bi wî agirê xwe germ kir, him bi wî agirê re bû yek gihîşt heqîqetê. Êdî Heval Rênas ji bo şopdarên xwe bûye heqîqetek. Heqîqet wê her tim rêya me ronî bike.”
ÇAVKANÎ: Kovara ‘Yurtsever Gençlik’ hejmara Tîrmeh-Tebaxê 2020 – Özgür Roni
Wûn dikarin li ser van navnîşanan xwe bigihînin Kovarê:
https://www.ciwantv.com/category/yurtsevergenclik/
https://www.yumpu.com/user/yurtsevergenclik
https://issuu.com/yurtsevergenclik
https://drive.google.com/file/d/1wFeftoWtFygmkx0LtcMVucqwGPV74_wf/view?usp=sharing