NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên tên îdeakirin ku ên dewleta tirk a dagirkerin, herêma Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên hatine standin, balafiran herêma Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kirine. Balafiran heya deşta Jajolan û Kiwêrekan ku tenê 3 kîlometre ji gundê Gelawe dûre, bombebaran kirin.
Li gorî agahiyan ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên xelkê herêmê. Nayê zanîn bê ka balafir en kîjan welatîne. Lê tê îdeakirin ku balafir ên Tirkiyeyê bin.
Qeymeqamê navçeya Mawet ya ser bi Şarbajêr Kameran Hesen ji Rojnews re axivî û got; “Balafiran îro du caran herêmê bombebaran kirin. Balafirên bê keşfê jî heya saet 12:00’an li ser herêmê digeriyan.”