NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên herêmî, Hêzên Gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li Girê Dûpişka û li qada Xantûrê li artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîne.
Di saetên evarî de di navbera 6 û 7’an de hêzên Gerîla li ser 4 Girên li Heftanînê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî kirine. Tê gotin ku Hêzên Gerîla li Xantûr çûne ser qerqola dijmin û li Girê Dûpişka jî derbên giran li dijmin dane. Di nav agahiyan de tê gotin ku kuştî û birîndarê artêşa tirk a dagirker gelekin.