NAVENDA NÛÇEYAN
“Reportaja ku em ji we re pêşkêş dikin reportaja şehîd Amara Gabar e. Şehîd Amara Gabar qala çanda Kurd dike. Heval Amara bi teybetî li ser girîngiya xwedîderketina çanda xwe disekine.
Destpêkê ji bo jinekê ciwan giringiya çanda Kurdî çiye?
Çand nasnameya civakê ye, nasname jî hebûna civakê ye. Ji bo jinê jî nasname pir girîng e. Her tim jin ji aliyê pergala baviksalarî ve di asta duyem de hatiye hiştin û tepisandin, tevi van yekan jî ya ku herî zêde li çand û nasnameya xwe xwedî der dikeve û dide jiyankirin jin e. Ya ku taybetmendiyên civake diparêze jin e, jin civakê li derdora xwe kom dike, sîstem ango pergala baviksalarî ji ber vê yekê bi jinê dilîze û hegomonyaya xwe li ser jinê ava dike, ji ber ku ya teşe dide civakê jin e. Mînak zarok dema fêrî axaftinê dibin ji dayikê fêr dibin. Li ser van esasan jî yên ku li çanda Kurdî xwedî derdikevin em jin in. Her wiha çand taybetmendiyên civakê di nava xwe de dihewîne, mînak zimanê civakê, dîroka civakê, herêma civakê ango koka civakê di nava çandê de veşartiye. Şerekî taybet bi rêya medya li ser jinê û çanda Kurdî tê meşandin. Bi şêwazên cuda yên bişaftine (asîmîlasyon) dixwazin bingehekî girîng weke ziman bidin jibîrkirin. Ji ber van sedeman jî pêwîste ciwan taybet jî jinên ciwan li çanda xwe xwedî derkevin û biparêzin.
Bi vê yekê ve giredayî li gorî we çanda dengbêjiyê ji bo civaka Kurd tê çi watê?
Dengbêjî dîroka Kurd a zindî ye, dîroka Kurda bi awayekî nivîskî pir tine ye. Di dengbêjîyê de, em dikarin dîroka Kurd şîrove bikin. Ger li cihekî stranên dengbêjiyê mirov dibihîze li wir behsa buyerek a di nava civaka Kurd de hatiye jiyîn tê kirin. Di dengbêjiyê de behsa qêrîna jinan tê kirin, tabuyên di nava civakê de, evînên hatin jiyîn ev hemû mijarên girîng in. Ji ber vê yekê dengbêjî di nava civaka Kurd de pir bi watedar e û tenê weke muzîkê Kurd nagrin dest.
Ji bo te dengbêjî tê çi wate ye?
Di zaroktiya xwe de min dengbêjî bihîsti bû, lê min ti wate nedida, min digot ev çi ye ji ber ku min fam ne dikir, lê piştî temenekî ku mirov dikeve zanebûna hin tiştan de, mirov dikeve wê ferqê ku dengbêjî bi rastî jî qîrîna jinên bindest û evîna rast e, bi dengbêjiyê min dîroka Kurd naskir. Pir caran em dayîk û bavê xwe fam nakin, wate nadin gotinên wan û gelek caran şêwazên ku tevdigerin ji me re ecêb tên. Bi guhdarkirina dengbêjiyê ez niha zêdetir wate didim tevgerandin û şewazê jiyana dayîk û bavê xwe. Ji ber ku weke ku em ji koka xwe dûr ketine, ew dûr ne ketine. Dengbêjî ji bo min tê wateya naskirina Kurd û Kurdayetîyê.
Di stranên nûjen de behsa dîrokê, behsa jinê, û taybet jî behsa evînê tê kirin. Tevî ku muzîkên nûjen jî hene ji bo çi dengbêjî bala we dikşîne?
Niha ji ber ku em di nava pergal a ku kapîtalîzim serdest e de mezin dibin, bi taybet li ser me nifşên nû pergal bi rêya mediya şerekî taybet dide meşandin. Stranên nûjen zêdetir balê dikşînin, mirov demeke guhdardike, ji bo demeke kin hinek ajoyan jî têr dike û mêjiyê mirov ditevizîne, lê emrê muzîka nûjen bi giştî mehek e. Têrbûneke bi giştî tine ye, di wê dema ku ew stran derket de mirov tenê guhdar dike. Yanî stranên nûjen mayînde nînin. Lê dengbêjî ne wisaye hinek stran berya bi sedan salan hatine nivîsandin em îro jî guhdar dikin û dikarin niha jî encaman jê derxin. Muzîka nûjen kesayetan perçe dike, dixe rewşên xemgîn de, kesayet ji xwe dûr dikeve, mirov xwezayîbûna wê muzîke hîs nake. Kesên ku distirin piranî ji bo ku navdar ango populer bibe wî karî dikin, lê gelo çiqasî dema ku stranekî nû derdixin civakê hîs dikin, di muzîkên nûjen de rastî tine ye. Behsa evîne tê kirin, lê bi rastî jî ew evîn e an xwe xapandin e? Mirov di stranan de qet pîvanên exlaqî nabîne.
Bi dengbêjiyê dengbêjan xwestine çi peyamê bidin?
Me gotibû denbêjî qêrînin, hawar in, yanî peyamekê didin. Dengbêj bi stranên xwe rewşa civaka ku di nav de jiyan dikin tînin ziman, di heman demê de wê civakê hişyar dikin.
Pir bûyerên ku di nava wê civakekê de qewimî ne, dengbêj dixwaze ku mirov encameke derxe, ev peyamên pir girîng in.
Şerên ku hatine meşandin bi awayekî berfireh bi rêya dengbêj tên ziman. Hesreta li ser ax û welat bi awayekî evinî tê bilêvkirin. Em dikarin bêjin ku dengbêjan xwestin bi dengbêjiya xwe rastiya civakê ber bi çav bikin, mînak strana Xalê Cemîl heye.
Di vê stranê de Dengbêj dixwaze kîjan peyamê bide?
Peyama di vê stranê de hawar a jinekî ciwan ya 14 salî ye. Mirov nikare bêje ku jinekî ciwan e jî, hîna zarok e, wê didin zilamekî di temenê bavê wê de. Peyama em ji vê stranê derdixin, çend gotin ji stranê; “Xalê Cemîl ez gedeme… (yanî ez zarok im) ti mezinî…” Qerîna jinekî ciwan a 14 saliye ku rê û rêbaz nabîne û bi rêya dengbêjiyê xwe tîne ziman. Di heman demê de li vir tabûyên di nava civakê de jî tên şikestin, mijarên ku di nava civakê de li ser wan nayê axaftin, bi rêya dengbêjiyê dengbêj sînoran radikin. Bi sedan mînakên wisa hene.
Pêwîste ciwan girîngiyek çawa bidin dengbêjiyê?
Pêwîste ciwan dengbêjiyê baş binirxînin, ger ciwan li rastiya xwe bigerin di destpêkê de pêwîste li çanda xwe xwedî derbikevin, bi vê yekê ve girêdayî li dengbêjiyê jî xwedî derkevin. Ji ber ku dîroka me nehatiye nivîsandin û em dîroka xwe nas nakin. Taybet em nifşên nû ji koka x w e pir dûr hatine xistin ji bo ku em xwe nasbikin û vegerin ser koka xwe pêwîste em li dengbêjiyê guhdar bikin. Ji ber ku rastiya dayik û bavên me, xwezaya welatê me, kevneşopiyên civaka me di nava wan stranan de veşartiye.”
ÇAVKANÎ: Kovara ‘Yurtsever Gençlik’ hejmara Tîrmeh-Tebaxê 2020
Wûn dikarin li ser van navnîşanan xwe bigihînin Kovarê:
https://www.ciwantv.com/category/yurtsevergenclik/
https://www.yumpu.com/user/yurtsevergenclik
https://issuu.com/yurtsevergenclik
https://drive.google.com/file/d/1wFeftoWtFygmkx0LtcMVucqwGPV74_wf/view?usp=sharing