NAVEDA NÛÇEYAN – Însyatîfê daxuyaniyek da û got: “3’yê Tebaxê li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê depoyeke ya amûran a hevkarên faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin. Di encama çalakiyê de depo bêkêr bûye, ziyanên madî yên mezin gihiştiye faşîstan.
4’ê Tebaxê li Florya ya Stenbolê 3 wesayîtên girêdayî AKP-MHP’iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatine şewitandin.
Di her du çalakiyan de jî yekîneyên me saxlem gihiştine cihên xwe. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo a li Îmralî û zextên li zîndanan tên sepandin, hatiye kirin.”