SİLÊMANİYÊ – Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanîn de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr Kurdistanê û Iraqê derbikeve dest bi kampanyaya kom kirina îmzeyê kiribûn û heta niha didomînin.
Endamên Rêxistinê Ciwanan li Silêmanî ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başurê Kurdistan û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê li bajar, navçe û gundan didomînin. Heta niha zêdetirî 25 hezar îmze komkirin e.
Ciwan, mal bi mal, kolan bi kolan, dukan bi dukan digerin û îmze komdikin. Gel di her alî de gelekî kêfxweş nêz dibe.