NAVENDA NÛÇEYAN
Di ser 15’ê Tebaxa 1984’an re 36 sal derbas bûn. Di 36 salên tekoşîn û berxwedana gerîla ya ji bo azadiya Kurdistanê de bi deh hezaran gerîla şehîd bûn. Van şehadetan ne tenê Bakurê Kurdistanê, ruh û can da Kurdistanê hemûyî. Her şehadetê rayên zuha yên Kurdan şên kirin û ji Kurdan re bû ava jiyanê. Li çar beşên Kurdistanê hêviya azadiyê ya gelê Kurd bilind bû. Bi gelê Kurd re têgehiştina ’em jî dikarin ji bo azadiyê têbikoşin û bi ser bikevin’ çêbû. Şoreşeke baweriya bi xwe û hêza xwe pêk hat. Şoreşa Vejînê, 15’ê Tebaxê pêwîstiyên Kurdan hemû dabîn kirin. Her tişta ji bo Kurdan lazim bû da wan. Şoreşa Vejînê, 15’ê Tebaxê civak û kesayeta Kurd bi eşqa azadî û têkoşînê meyand. Civak û kesayeteke nû ya Kurd teşe girt. Kurd gihiştin rastiya gelê ji bo azadiya xwe şer dike. Bi vî awayî ew nirxên bingehîn yên garantiya hebûna Kurd in, hatin bidestxistin. Ji ber vê, em yên li Kurdistan û derveyî welat dijîn, deyndarê wan in ku Şoreşa Vejînê dane destpêkirin. Bi minet û rêzdarî, hezar silav li wan be.
15’ê Tebaxê guleya pêşî ji dijmin zêdetir, li wê fikrê ket ku bawer nedikir tekoşîna azadiyê dê bi pêş keve, ev dijmin dê têk biçe û azadî dê bi dest keve. Ew gule, li paşverûtiya di nava Kurdan de ket. Berxwedana gerîla ne tenê tekoşîneke çekdarî bû. Her wiha bû şoreşek neteweyî, şoreşeke demokratîk û çandî. Ya herî giring jî bû ew şoreşa ku gelê Kurd bikare bibe xwediyê vîna xwe. Jina ku li vê axê şoreşa neolîtîk pêk anî, vê carê jî şoreşa azadiya jinê pêk anî. Ev şoreş jî dê bi xwe re şaristaniya demokratîk bîne. Wek Rêber Apo dibêje, teşiya ku şoreşa azadiya jinê dirêse, dê Rojhilata Navîn bigihîne serdema şaristaniya demokratîk. Îro teşiya Kurd tê ristin. Ev tevn tevî gelê Kurd gelên rojhilata navîn hemûyan gelekî diguherîne û vediguherîne. Hem Kurdistan hem jî Rojhilata Navîn bi qasî di ti dema dîroka xwe de nedîtî, guhertinên mezin li wan diqewimin. Şoreşa Vejîna Kurd dibe Şoreşa Vejînê ya Rojhilata Navîn.
Şoreşa mezin û şoreşgerî çawa dibe, 15’ê Tebaxê û encamên wê radixe ber çavên me. Guhertinên mezin, şoreşên mezin tenê bi fikrên mezin yên şoreşger û kesayetên şoreşger pêkan in. Ji vî aliyî ve Rêber Abdullah Ocalan hîn ji gotina pêşî ve, daim şoreş di nava şoreşê de pêk anî. Li Kurdistanê jî tenê û tenê bi şoreşgeriya mezin, bi tekoşîn û berxwedaneke ku her roj şoreşê di nava şoreşê de pêk tîne, vejîn mumkin bû, pêşketinên mezin dikarîbûn pêk werin. Ji bo Kurdan pêkhatina jiyana azad û azadiyê tenê wisa dibû. Ew beton û qalibên li ser Kurd û Kurdistanê enceq wisa dikarîbûn werin parçekirin. Xweşikbûnên Kurdan hemû, enceq wisa dikarîbûn careke din derkevin ser dika dîrokê. Va ye Rêber Apo bi şoreşgeriya xwe ya mezin, ev pêk aniye. Bi vî awayî wekî şoreşgerekî mezin cihê xwe di dîrokê de girtiye.
Ne derketina vê Rêbertiyê ya ser dika dîrokê, ne rêxistina ku wî afirandî, ne jî tekoşîna dimeşîne, ne ji rêzê ne. Teqez ev rewşa ne ji rêzê di dîrokê de jî kêm tê dîtin. Jixwe, ji ber vê xisleta xwe ya ne ji rêzê bipêşketinên mezin pêk aniye.
Eger Apoyî û pêngava 15’ê Tebaxê tinebana, li Rojhilata Navîn herikîna dîrokê dê pirr cuda bûya. Me dê îro hîn jî di Rojhilateke Navîn ya di bin desthilata despot û paşverûtiyê de û bêy hêviya guhertinê de bijiya. Lê îro rastiyeke Rojhilatek Navîn ya li şoreşeke mezin ya azadî û demokrasiyê avis e, heye. Dibe ku ev hatina dinê ya azadî û demokrasiyê zor be. Lê ku pêk hat jî wekî hezaran salan dibe, dê dîsa bibe roniya çavê mirovahiyê hemûyî. Ew dê dîsa bibe erdnîgariyeke ku mirovahî berê xwe bidiyê û wê tewafê bike. Ew dê bibe erdnîgariya şaristaniya demokratîk. Ku 15’ê Tebaxê Şoreşa Vejînê bibe Şoreşa Vejîna Rojhilata Navîn tevî, ev yek dê pêk were.
Bi hêviya Şoreşa Vejînê, 15’ê Tebaxê her bend û zoriya li pêş xwe derbas bike, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bibe.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA