Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Sîxûrek din mukir hat: Têkiliya hikûmeta Sûriye ya bi sûîkastên li hember eşîrên Ereb!

sîxurekî istixbarata rejîma Sûriyê, têkiliya hikûmeta Sûriye ya bi sûîkastên li hember eşîrên Ereb û hedefkirina saziyan li Rojavayê Kurdistanê/ Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/08/2020 - 12:41
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Sîxûrek din mukir hat: Têkiliya hikûmeta Sûriye ya bi sûîkastên li hember eşîrên Ereb!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çend rojên dawî de, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, bûyerên sûîkastên li hember rûspî û şêx êlên Ereb ên herêmê, kesayetên nîştimanî û civakî yên sereke rû dan. Di encamê de tevliheviyek di nava şêniyan de çêbû.

Bi destpêkirina çalakbûna komên çekdar li herêmê û hedefkirina şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, QSD`ê dest bi pêngaveke ewlehî li herêmê kir. Di wê pêngavê de bi dehan çekdar û kesên ku destên wan di wan bûyeran de hene hatin girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD ew ê encamên wê pêngavê ji dazgehên çapemeniyê re ragihîne.

Şêniyên herêmê hêzên hikumeta Sûriyê û milîsên wê bi pêkanîna van bûyeran tawanbar kiribûn ku armanc dikin fîtneyê di navbera êlên Ereb û QSD`ê de derxin û ewlehiya herêmê têk bibin.

ANHA`yê hevdîtin bi serçeteyekî şaneya veşartî ya girêdayî istixbarata rejîma Sûriyê, Mihemed Îsam Selah re çêkir. Selah bi xwe ji Filistînê ye, 1998`an li Îmaratê sala ji dayik bûye û li Sûriyê dimîne.

Mihemed Îsam Selah di dawiya 2018`an de, piştî ku ji ber tawana diziyê ji hêla dewleta Îmaratê ve tê darizandin, ber bi Sûriyê ve tê şandin.

Mihemed Selah got: “Li balafirgeha Navdewletî ya Şamê, ez du rojan li balafirgehê hatim girtin. Piştre ez ji Rêveberiya Penaberî û Passportan re veguhastim û ji wir ez  şandim Ewlehiya Cezayê(Cînayî) li Bab Misela ya li Şamê û ez kirim girtîgehê.”

Li gorî gotinên Mihemed Selah, 20 rojan di girtîgehê de dimîne û li wir hevalekî xwe bi navê Mihemed Xêr Moza ku berê li ser malperên tevna civakî nas kiribû, dibîne. Piştre wî bizav dike ku bibe ajanê şaxên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê.

Mihemed Selah wiha domand: “Mihemed Moza sîxurê saziyên ewlehiyê bû û di girtîgehan de bi girtiyan re dima. Wî ji min re diyar kir ku ew ê alîkariya min bike lê bi şerta ku li bermaberî pereyan bi wan re kar bikim. Piştî ku min daxwaza wî erê kir, serbest hatim berdan.”

Mihemed Îsam Selah li navenda Şaxê Ewlehiya Cezayê ya li taxa Bab Misela ya li Şamê wek ajanekî ji hêla serdarê şaxê delîlên cezayê Ramiz Mihemed El-Sebawî ve li rojhilatê gundewarên bajarê Dêrazorê tê erkdarkirin.

Ji girîngtirîn erkên ku Mihemed Îsam Selah bi cih anîne, birêvebirina komekê li rojhilatê gundewarên bajarê Dêrazorê li bajarokên Behra, Xeranîc, Ebû Hemam û Hecînê bû. Ev kom agahî kom dikir, bûyerên teqîn û qetilkirinê pêk dianîn.

Mihemed Îsam Selah di 2`yê Çileya 2019`an di deriyê bajarê Tebqayê re digihêje herêmên Rêveberiya Xweser û endamên şaneyê li bajarokê Behre nas dike.

Têkildarî kesên ku wî pêşwazî kirine Selah got: “Xalid Xelîf El-Amaş û Îsmaîl Xelef El-Faris li bajarokê Behra pêşwaziya min kirin. Piştre min 9 endamên şaneyê yên din nas kirin.”

Şaneya ku Selah bi rêve dibir ji Mehmûd Sewadî El-Mizel, Îbrahîm Sewadî El-Mizel, Fayiz Henûş El-Mizel, Ebid El-Hemîd, Mizel Henûş El-Mizel, Xalid Xelîf El-Amaş, Îsmaîl Xelef El-Rais, Rakan Xelîl El-Mizel û Abdullah Xelîl El-Mizel pêk dihat.

Girêdayî mijarê Selah got: “Di destpêkê de ji min hate xwestin ku derbasî nava saziyên sivîl ên herêmê bibin û tê de kar bikin. Ji ber wê min di qehwexaneya meclisa herêmî de kar kir.”

Selah wiha berdewam kir: “Li rex wî karî, min tevahiya raporên ku digihaştin meclisa herêmî kopî dikirin. Min navên karmendên saziyên sivîl, hêzên leşkerî, rûspiyên êlên herêmê bi rêya whatsappê ji serdar Ramiz û endamên şaneyê yên li bajarokên din re dişandin.”

Her wiha Mihemed Selah raporên girêdayî saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê dişandin, bûyerên teqandinê pêk dianîn. Koma wî berpirsa êrişa li dijî Geraca Şaredariya bajarokê Hecînê ye.

Mihemed Selah di 3`yê Adarê de li bajarokê Besîra yê li rojhilatê gundewarên Dêrazorê dema hewl dida biçe Şamê ji bo ku perspektîvên nû yên ku bi veşartî wesifandin ji serdar Mihemed El-Sebawî û generalê ewlehiya cezayê Mihemed Enwer bigire, hate girtin.

Mihemed Selah di berdewama vegotina mikurhatinên xwe de got: “Piştî ku me gelek erk pêk anîn û di hinekan de em bi binketin, serdarê şaxê delîlên cezayê Ramêz Mihemed El-Sebawî di 3`yê Adarê de bi rêya telefonê bi min re axivî û ji min xwest ku wî li Şamê bibînim, da ku perspektîvên veşartî ji bo dema bê bide min. Lê ez di roja çûyîna Şamê de hatim girtin.”

DERXISTINA FÎTNEYEKE GELÊRÎ LI DIJÎ QSD`Ê

Girêdayî armancên şaxên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê ji avakirina mîna van şaneyan Mihemed Selah got: “Armanc, gel li dijî hêzên leşkerî sor nike û fîtneyê derxîne. Her wiha QSD`ê tewanbar dike da ku derfetekê ji hêzên hikumeta Sûriyê peyda bike ji bo ku careke din herêmê kontorl bike û QSD`ê biqewtîne.”

Di dawiyê de Mihemed Selah destnîşan kir ku dê pêvajoyeke nû ya bûyerên qetilkirin û hedefkirina kesayetên ku bi hêzên leşkerî re kar dikin destpê bike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

6 Kesên din li Şehbayê bi Koronavîrusê ketin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîlla li Xantûrê derbên giran li dagirkeran da: Kozikek û mobeseyek hatin îmhakirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîlla li Xantûrê derbên giran li dagirkeran da: Kozikek û mobeseyek hatin îmhakirin

LEZGÎN - Gerîlla li Xantûrê derbên giran li dagirkeran da: Kozikek û mobeseyek hatin îmhakirin

NPG’ê Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir

NPG’ê Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.