BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê axivî û got, “Di sala 37’an de li ser xeta Egîd wê tevger û gel bi ruhê serketinê û Pêngava 15’ê Tebaxê hîn bi xurtî şer bikin û bi ser bikevin. 36 sal in di bin fermandariya Mahmsûm Korkmaz de hêzeke xweparastinê, artêşeke gerîla hate birêxistinkirin, yek ji şerê herî bi wate yê gerîla hate emşandin, hevrê Egîd di vî şerî de hebû. Vî şerî hebûna Kurdistana azad destnîşan kir, ji niha û pê ve jî wê bi pêş ve biçe. Rastiya ku ji niha û pê ve wê hebe rastiya Kurdistan a azad e.”
Beşa sêyemîn a hevpeyvîna endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re kir wiha ye:
Bi wesîleya salvegera 36’an a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê li ser fermandar Egîd hûn dixwazin çi bêjin? Xwedî karakterekî çawa bû?
Belê, xeta fermandariyê ya 15’ê Tebaxê girîng e, xeta fermandariya Egîd girîng e, xeta fermandariya Zîlan girîng e, pêvajoya Pêngava Lehengiyê ya 15’ê Tebaxê xeta fermandariyê ya bingehîn destnîşan dike. Ev hemû jî bicihanîna xeta Rêbertî, xeta fermandariyê li şerê gerîla radixe pêş çavan. Divê bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin. Dema ku bi vê çarçoweyê lê tê temaşekirin, tê dîtin ku xeta şer a ku Pêngava 15’ê Tebaxê li nava gerîla şênber kir, xeteke fermandariyê ye. Girîng e ev yek bê zanîn, baş bê fêhmkirin.
Piştre nêzîkatiyên dudiliya rêya navîn a bûrjûvaziya biçûk û pasîfîzm li ser vê xetê hate ferzkirin. Li aliyekî hewl dan lîberalîze bikin, li aliyê din jî nokerî-çetetî hate ferzkirin, hewl dan bikin eşqiya. Hewl dan xeta fermandarî û şervaniya azadiyê ya 15’ê Tebaxê ji hev bixin. Bi qasî ku dijmin ji bo têkbirina PKK’ê û gerîla ji derve êriş dikir, ji bo gerîla ji nava xwe ve bê têkbirin, bêbandorkirin, bê tasfiyekirin, êriş kirin. Divê em bi vê zanibin.
Li ser vê bingehê gelekî girîng û bi wate ye ku xeta fermandariyê ya Egîd û Zîlan rast bên fêhmkirin. Xeta ku îro jî serketinê diafirîne ev xet e. Gel û tevger em li ser xeta fermandariya Egîd û Zîlan şer dikin, gerîlayên me hemû, parastina me, vê xetê temsîl dikin. Bala xwe bidin ser; faşîzma AKP-MHP’ê ne kêmî rejîma leşkerî faşîst a 12’ê Îlonê ye. Ji xeta 12’ê Îlonê bêhtir êrişkar, kujer, hov, bi rêbazên li derveyî mirovahiyê tevdigere. Ji ber vê yekê çawa ku xeta berxwedanê ya ku darbeya leşkerî faşîst a 12’ê Îlonê têk bir bexwedana zindanan bû, xeta gerîla ya 15’ê Tebaxê ya li ser wê bingehê bû, xeta wê ya şer û fermandariyê bû, ya ku îro faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe jî xeta Pêngavê ya 15’ê Tebaxê ye. Xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ye. Divê ev yek bi vî rengî bê zanîn.
Li vê yekê xeta fedayî ya 30’ê Hezîranê ya di nava berxwedanê de lê zêde bû. Gerîlatiya jinê, berxwedêriya jinê hate pêşvebirin, bi vî rengî xet hate temamkirin, hate yekgirtîkirin. Veguherî wê yekê ku di her şert û mercî de li her deverê dikare bi cih bê anîn û serketinê biafirîne. Girîng e ku kesayetên Egîd û Zîlan bê fêhmkirin. Girîng e taybetmendiyên wan bê fêhmkirin, asta zanyariyê ya van kesayetan, asta wan a fêhmkirinê, hebûn, bawerî, welatparêzî, îradeya wan rast bên fêhmkirin. Di vê mijarê de lawazî heye, tenê navê wan tê bilêvkirin û derbas dibin. Hinek navê Egîd û Zîlan li xwe dike û jê heye ku ‘Bûye Egîd, bûye Zîlan’, ne welê ye. Heta ku pîvan û taybetmendiyên wan neyên wergirtin, li gorî wan kesayetiyan nejîn, hildana navê wan xwexapandine.
Yanî niha ji bo vê xetê em dikarin çi bêjin? Sekneke welê îfade dike, ku bi qasî hişmendiya dîrokê, baweriya bi paşerojê û dilxwaziya wê di nava xwe de dihewîne, gelekî dilnizm, wêrek, fedakar, ji kesî hêvî nake, heq ji zor û zehmetiyê derdikeve. Yanî bi sedan şervan hebûn, her kesî dixwestin gerîlatiyê bikin, lê mînaka Mahsûm Korkmaz, kesayetiya Egîd cuda bû, ne kesekî welê xwe derdixist pêş. Di atmosfereke welê de hin kesan xwe nîşan didan. Ew ne bi wî rengî bê, lê belê sekneke xwe hebû ku çareserî ji pirsgirêkan re peyda dikir, zor û zehmetî ji holê radikir, dibû afirînerê jiyanê û pirsgirêk çareser dikir. Li gorî vê dijiya, li ser vê bingehê dijiya. Yanî dema xwe bi valahî derbas nedikir, hema rasterast tevnedigeriya, dûrî armanca xwe nedijiya, timî dixwend, lêkolîn dikir, nîqaş dikir, hewl dida fêhm bike, bi berpirsyarî nêzî jiyanê dibû, karên jiyanê hemû dikir, ji kesî hêvî nedikir, ya jî timî ferman nedida û kar bi hinekan nedida kirin. Fermandarî hem şervanî hem jî fermandarbûyîn bi xwe ye; hem bi xwe dike hem dide kirin. Ne ew e ku karê hinekan bide ser milê xwe ne jî karê xwe bide ser pişta hinekan; lewma bi qasî kar dide kirin, hinekan perwerde dike, bi jiyanê ve girê dide, bi rêxistin dike, bi pêş dixe. Xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî bû. Ji ber vê yekê gelekî dihate hezkirin. Mesela her kesî dixwest tevlî yekîneya hevalê Egîd bibe. Her kesî dixwest li kêleka hevalê Egîd şer bike. Çima? Ji ber ku kar dikir, tiştên nû dikir, ji bo kirina tiştên nû wêrekî dida, lewma hin tişt hînî mirovan dikir; ne bi gotinê, bi jiyan û têkoşîna xwe dida hînkirin. Mînak, zêde nediaxivî, yekî ku zêde diaxivî û propaganda gelekî dikir nebû, lê belê xwe baş îfade dikir. Tevlî nîqaşan dibû, yekî baş nîqaş dikir, nêrînên xwe diparast. Lê belê ne yekî welê bû ku vala sohbet dikir, ne bi axaftinê lê belê bi jiyana xwe, bi sekn, helwest û bandora xwe pirsgirêk çareser dikir. Hevalek bû ku mirov li derdora xwe dicivand.
Divê ev yek bê zanîn, hêza aqil bi kar dianî. Tiştekî wî tune bû, wê demê Rêber Apo got ‘teknîka herî mezin mirov e’ û ew jî bi hêza aqil dibe. Hevrê Egîd hêza aqil bi kar dianî, yanî hewl dida fêhm bike, baweriya xwe pê anî bû ku jiyana rast ev e. Ji dil pê bawer bû ku eger li ser vê xetê têbikoşe wê bi ser bikeve, serketinê biafirîne. Lewma bi temamî tevlî xeta Rêbertî bû, pê re dilsoz bû. 24 saetan hêza aqlê xwe bi kar dianî û li gorî pêwîstiyên wê xetê dijiya, dixebitî. Berpirsyarî, wezîfe dida ser milê xwe, bêwezîfe nedima, ne li pey erkê bû. Mesela eger li cihekî yek fermandar bûya ew dibû şervan; dema fermandarî dibû para wî hingî ew fermandar bû. Di kîjan astê de fermandarî dibû para wî di wê astê de dibû fermandar. Yanî ne li pey erkê bû. Pê re burokratîzm, şematîzm tune bû. Şervanekî azadiyê bû, ji dil bû, dilnizm bû, tiştên zanîbû û karê xwe, derfetên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir, hewl dida hevrêyên xwe bi pêş ve bixe, pêşengê kar û wezîfeyê bû. Fermandariya Egîd fermandariya karkirinê bû. Piştî wî, çetekariyê ji dûr ve kar dida kirin, bi fermanê, bi burokratîzmê û bi peyketina erkê kar dida kirin. Ev xet ji hev xistin. Ya rast cewhera PKK’ê, esasê milîtaniya PKK’ê ev bû, pîvanên xwe bi vî rengî afirîn. Di asteke pêş de derket holê ku şervanî û fermandariya gerîla di kesayetiya Egîd de şênber bû. Lewma divê bi vî rengî bê dîtin; ew jî mirovek bû, zor û zehmetiyên xwe hebin, lawaziyên xwe hebûn, li pêşiya wî jî derfetên cuda hebûn. Derfetên cuda red kir, her tim li ber zor û zehmetiyan rabû û li dijî astengiya têkoşiya. Bi wêrekî û biryardariyeke wiha tevgeriya. Wezîfeyên xwe têdigihêşt û pêk dianî. 24 saetan hewl dida dijmin fêhm bike, nas bike, derfetên wan bibîne, bi vî rengî çawa dikare dijmin pûç bike, têk bibe, çawa dikare jiyana xwe biparêzer kûr bû. Neket bin kontrola dijmin, her tim ji kontrola dijmin derket bi rengekî azad jiya, wî bi xwe dijmin kontrol dikir û dema aliyên dijmin ên lawaz didît lê dida. Xeta fermandariyê ya 15’ê Tebaxê xeta fermandar Egîd wiha ye. Ji ber vê yekê her kesên li Kurdistanê xwedî îdîaya welatparêziyê, şoreşgeriyê û jiyana li Kurdistanê dike esas, neçar e ku vê xetê nas bike, fêhm bike ku taybetmendiya wê çiye. Neçar e xwe bi taybetmendiyên wê xurt bike. Ji bilî vê xeteke cuda ya şervaniya azadiyê nîne.
Fermandarê nemir ê pêngavê Egîd di kîjan pêvajoyan re derbas bû, çawa şehîd bû? Bandoreke çawa kir?
Hevalê Egîd bi eslê xwe ji Farqînê bû, piştre bar kiribûn Êlihê. Dema ku li Lîseyê dixwend, tevlî bû. Di nava tevgerê de destpêkê hevalê Mazlûm nas kir. Dema ku hevalê Mazlûm li Êlihê dixebitî ew tevlî bû. Di pêvajoya kombûna şoreşgerî de ya li Êlihê tevlî şerê li dijî faşîstan, paşverûyan bû. Bi aramî, jidilbûyîn, jêhatîbûn û wêrekiya xwe dihate naskirin. Karê ku dikir bi ser dixist, ji ber ku bi hemû hêza xwe ew kar dikir. Serketin çawa bi dest ketibûya wî bi wî rengî dikir. Piştî demeke kurt çû tevlî têkoşîna Sêweregê bibe, dûre zêde nema û koma destpêkê ya li derveyî welat ava bû. Di Îlona 79’an de, di zivistana 79-80’î de li Lubnanê, li kampên Filistînê perwerdeya gerîla dît, di bin fermandariya Kemal Pîr de tevlî karên leşkerî bû. Dawiya Gulana 1980’î vegeriya Bakurê Kurdistanê, qada Botanê, derbasî Sêrtê bû, bi komeke hevalan tevî Kemal Pîr ji bo fermandariya qada Botanê bi rêxistin bikin, wezîfeya fermandariya berxwedana gerîla ya li tevahiya Kurdistanê radestî wan hate kirin. Li ser vê bingehê derbasî herêmê bû. Bi rengekî bêşens di destpêka Tebaxê de hevrê Kemal Pîr hate girtin, ew jî bi birîndarî rizgar bû, demeke dirêj tedawî bû, ji xwe wê demê darbeya 12’ê Îlona 1980’î bû. Piştî darbeyê ji nû ve derket qada Lubnanê, Filistînê. Di zivistana 80-81’ê de li kampên perwerdeyê ma, di Tîrmeha 81’ê de beşdarî konferansa 1’emîn bû, piştî konferansê cihê xwe di nava amadekarî û rêveberiya koma vegere welêt de girt. Karekî perwerdeyê yê berfireh ê îdeolojîk û leşkerî hate meşandin. Bi rengekî çalak tevlî vî karî bû. Hem ji aliyê teorî, hem jî ji aliyê pratîkî ve hem perwerdekar bû û bû xwedî tecrûbeyeke girîng a leşkerî, dixwend, lêkolîn dikir, teorî û zanistiya leşkerî hîn bûbû. Şareza bû, bi jûdo zanîbû, şerê ji nêz ve baş zanîbû, lewma pêşengÎ ji gelek perwerdeyan re kir, fermandarî kir.
Piştî perwerde qediya Rêbertî amadekariyên hatibûn kirin têrker nedît. Her wiha rewşa heyî, rewşa siyasî û leşkerî ji bo vegerê di cih de nedît, biryar da ku dema amadekariyê hinekî din bê dirêjkirin. Koma perwerdeyê ji bo kûrkirina perwerdeyê li qada Lubnanê, li kampên Filistînê belav kir. Ji nava wan komeke biçûk şand qadên Başûr û Rojhilatê.
Yanî hêza gerîla ya ku hatibû amadekirin bi temamî neşand, komek ji 3 kesan şand. Pêşengê vê komê jî hevalê Egîd bû. Hevalê Egîd piştî vê perwerdeyê ji bo karên welêt wezîfedar kir. Ji xwe li qadên Başûr û Rojhilat, amadekariyên gerîla yên pratîkî ji aliyê komeke hevalan a bi rêveberiya Mehmet Karasûngûr ve dihate meşandin. Hevalê Egîd hate wezîfedarkirin ku tevî hevalê Karasûngûr karên amadekariya gerîla yên li Başûr û Rojhilatê bimeşîne. Wezîfeyên nû destnîşan kir, ji bo amadekarî hebe, ku di her kêliyê de gerîla karibin vegerin, li gorî amadekarî bê kirin, wezîfedar kir û şand. Di Mijdara 1981’ê de vegeriya Başûr û Rojhilat û 82’an li wê herêmê ma. Li ser sînorê van her du parçeyan xebatên amadekirina pratîkî ya gerîla meşand. Vegera gerîla ku dawiya 82’an dest pê kir, li ser bingeha amadekariyên hevalên Karasûngûr û Egîd bû. Wan amadekarî hemû kiribûn, di Nîsana 83’an de tevlî civîna plansazî û rêveberiya li Lolanê bû. Piştre jî cihê xwe di nava yekîneya rêveberiyê de girt a ku komên gerîla yên vegerin welêt wezîfedar dikir. Di Gulana 83’an de heta operasyonê ev kar kir.
Dema ku dijmin operasyona xwe ya destpêkê ya li derveyî sînor di 25’ê Gulanê de li rojhilatê Xabûrê kir, derbasî nava Heftanînê bû, kampa Heftanînê ava kir û li wir derbasî Botanê bû, xwest li dijî operasyonê ji Botanê berxwedanê bi rêxistin bike. Lê belê operasyonê ewqasî dewam nekir û di nava berxwedanê de amadekariyek tune bû. Di sala 1983’an de ji Botanê heta Sêrtê, Şirnex-Sêrtê li wê qadê hemûyî geriya, komên gerîla dît, di pratîkê de karên amadekariyê meşand, dawiya sala 1983’an careke din derbasî Heftanînê bû. Di zivistana 83-84’an de li Heftanînê ma. Di bihara 84’an de li gorî biryarên civîna komîteya navendî li xeta Qilaban-Şirnexê ji bo çalakiyên leşkerî bike wezîfe hilda ser milê xwe. Piştre weke Fermandarê Yekîneya Propaganda Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê hate wezîfedarkirin, ji bo pêkanîna çalakiya Dihê û meşandina têkoşîna gerîla ya li Botanê hate wezîfedarkirin. Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta 15’ê Mijdara 1984’an 3 mehan bi vî rengî şer kir, bû fermana yekîneya ku ‘fîşeka destpêkê’ teqand. Careke din di dawiya Kanûna 84’an de derbasî qada Rêbertî bû. Di zivistana 84-85’an de tevî Rêber Apo rewş nirxand, ferman ji Rêbertî wergirt û di Nîsana 85’an de vegeriya welêt. Derbasî Botanê bû, heta 85’an fermandarî ji berxwedana Botanê re kir, dawiya 85’an dema ku rêveberiyê biryar li ser Kongreya 3’emîn da, ji ber ku ew nû hatibû qada Rêbertî, derbasî Botanê bû. Eger firsend hebûya wê ji sînor derbasî qada Rêbertî bûya, tevlî kongreyê bibûya, firsend nebûya jî wê li Botanê mabûya. Wê hem şerê li Botanê hem jî yê li tevahiya welêt bi rê ve biribûya.
Yanî weke fermandarê HRK’ê hem weke fermandarê Botanê hem jî weke yê HRK’ê di Kanûna 85’an de ji nû ve derbasî Botanê bû. Zivistanê jı li Gabarê ma. Di bihara 86’an de li Gabarê li dijî dijmin çalakiyên leşkerî li dar xist. Bi lidarxistina van çalakiyan re sala nû ya berxwedanê da destpêkirin û bi komekê hat Heftanînê, dixwest endamên Kongreya 3’emîn hîn bibe. Bi vî rengî piştî lidarxistin çalakiyan dixwest bi komekê ji Gabarê bê Heftanînê. Dema ku dixwest ji Gabarê derkeve, dijminê ku dest bi operasyonê kiribû kemîn danîbû. Kete kemîna dijmin û şehîd bû. Herhal dijmin pê zanîbû, bi taybetî dişopand, lê belê hevalê Egîd jî dijmin dişopand.
Ya rast tê gotin ku ji ber baranê û tariyê ji wê qadê çûn, ji qada ku çûn diviyabû neçûbûna. Lê belê gelo kûryeyan xwe şaş kirin, yan jî na, baş zelal nebû. Lê belê dema ku ji gelî derbas dibû bi dijmin re şer kirin, li wir di 28’ê Adara 1986’an de şehîd bû. Dijmin li ser şehadeta wî propagandayeke mezin kir. Bandoreke giran li tevgerê bû. Kongreya 3’emîn bi temamî li ser xeta hevalê Egîd hate meşandin, biryar hate dayin ku akademiya Mahsûm Korkmaz bê vekirin, di nava salekê de ji bo bîranîna hevalê Egîd diviyabû gerîla xwe bigihandibûya asta yekîneyan. Partiyê di nava salekê de biryar da ku ji tîmên gerîla xwe bigihînin yekîneyan û ev yek pêk anî. Avabûna ARGK’ê li ser şênberbûna xeta fermandariyê ya hevalê Egîd pêk hat. Akademiya Mahsûm Korkmaz ji xwe ji bo vê xeta şer û fermandariyê hînî hêzên gerîla yên jin û mêr bike hate avakirin. Di salvegera 36’an de vê pêngava mezin li Rêber Apo, hevrêyan, gelê me, dostên me, pîroz dikim, Cejna vejîn û berxwedanê, cejna gerîla pîroz dikim. Dibêjim ku di sala 37’an de li ser xeta Egîd bi ruhê serketinê û pêngava 15’ê Tebaxê gel û tevger wê hîn bi xurtî şer bikin û bi ser bikevin. 36 sal in di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz de hêzeke xweparastinê, artêşa gerîla hate birêxistinkirin, yek ji şerê herî bi wate yê gerîla yê dîrokê hate meşandin, hevrê Egîd di vî şerî de bû. Vî şerî hebûna Kurdistana azad destnîşan kir û ji niha û pê ve rastiya ku wê hebe rastiya Kurdistana azad e. Hevrê Egîd û şehîdên me yên leheng ên li ser şopa wî wê li Kurdistaneke azad a bi vî rengî timî bên bîranîn.