QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur Rojhilatê Sûriyê derbarê pêngava ku îro bi pîrozbahiyên girseyî ragihandîbû û derbarê provakasyonê ku li Qamişlo çêbûn daxuyanî da. Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyakirin ku bûyera li Qamişlo tu eleqa xwe bi vê nîne û vê yekê wek provakasyonê nirxandin.
Îşev dema li Qamişlo pîrozbahiyên îlankirina pêngava “Em ê teqez bi serbikevin” didomiyan ji aliyên hindek kesên nenas li ser deriyê bûroya partiya PDKS hindek nivîs hatin nivîsandin.
Derbarê vê bûyerê Tevgera Ciwanên Şoreşger ev daxuyanî weşand:
“Wek tê zanîn îro di pêşengtiya Ciwanên Şoreşger de bi şiyara “Em ê teqez bi serbikevin” pênagavek li ser esasê rihê Pêngava 15’ê Tebaxê ya roja Cejna Vejînê ji aliyê me ve hate ragihandin. Ev îlankirina pêngava me ya “Em ê teqez bi serbikevin” ji aliyê gelek ciwanan ve bi pîrozbahiyan ve hate pêşwazî kirin. Bi dehan ciwan diyarkirin ku ew ê beşdarî vê Pêngavê bibin û piştgiriya xwe dan nîşandan. Ev pêngav li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi pîrozbahiyên girseyî hate silav kirin. Li her deverê pîrozbahiyên girseyî hatin lidar xistin. Me îlankirina pêngava xwe bi pîrozbahiyan pêk anî. Dema pîrozbahiya li Qamişlo de, ji aliyê hindek kesên nenas ku xwestin vê îlankirina pêngava me di bin siyê de bihêlin, li ser deriyê bûroya partiya PDKS’ê hindek nivîs hatine nivîsandin. Me vê yekê wek provakasyonê dinirxînin û li dijî yekîtiya gelê Kurd e. Em hemû hêlan vedixwînin hîşyarbûna li dijî bûyerên wuha provakatîf. Em daxwaz dikin ku bûyerên wuha bi Tevgera me ve neyên girêdan.”