BEHDÎNAN – Komek ji Jinên Ciwan û Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li ser banga Seferberiya tevlîbûna Berxwedana Cenga Heftanîn, dibin diruşmeya “Dem dema Gerîllatiyê ye, Roj roja azadiyê ye” tevlîbûna xwe ya Berxwedana Cenga Heftanîn ragihadin.
Daxuyanî wiha ye;
Dem dema Gerîllatiye, di rewşekî wiha de Kurdistan bûye navenda Şerê Cîhanê yê sêyem, gelê me bi qirkirineke dijwar di aliyê ruhî û fîzîkî de derbas dibe. Tenê berxwedaneke fedayî, pir alî û radîkal dikare bibe rêbaza xwe gihandina azadiyê. Rêber Apo bi fikir û ramana xwe, mîna ronahî pêşeroj û paşeroja me ronî kir û riya çareserî ya herî exlaqî û mirovî gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz re pêşkêş kir. Lê belê zext û îşkence li ser zêdetir kirin. Ev jî vê rastiyê dide nîşan ku dagirker bi her şêwazê dixwazin me qir bikin û tune bikin.
Em jî weke Jinên Ciwan û Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, dijî planên asîmilasyon û qirkirina dagirkeriya Îranê, ku li dijî gelê me dide meşandin û dewama ji kuştin, girtin û darvekirina çalakvanên sivîl û gelê welatparêz û kolberan, her wiha ev cinayet û agirê ku xistiye jiyana xwezaya Kurdistanê, emê bi çirûska agirê şoreşê bitemirînin û dagirkeran pê bişewitînin. Her wiha li dijî van êrişên dagirkeriyê ku li ser nasnameyê jinê tê kirin, emê bi tevlêbûna refên gerilla, tolê rakin.
Gerîllatî tekane riya azadiyê ye. Em berxwedaniya efsanewî ya gerîllayên azadiya Kurdistanê silav dikin. Ev berxwedaniya ku bi fikrê Rêber Apo û fermandariya rêheval Egît destpê bû, îro di pêşengtiya gerîlla de li Heftanînê gihaye asta xwe ya herî bilind û jibo gelê kurd û tevahî gelên bi hesreta azadiyê re bûye sedema serbilindiyê.
Ser vî esasî em weke jinên ciwan û ciwanên Rojhilatê welat ji bo hemleya ‘’Dem dema Gerîllatiyê ye, Roj roja azadiyê ye’’, Soz didin kû em ber bi gerîllatiyê gav bavêjin û bang li tevahî ciwanên Kurd dikin ku tevlê refên gerillayên azadiya Kurdistanê bibin û di şerê azadiya Kurdistanê de cih bigrin.
Bijî Rêber Apo
Bijî hêzên gerîllayên azadiya Kurdistanê
Dem dema gerrîlatiyê ye
Roj roja azadiyê ye