ZAXO – Xelkê Zaxoyê li dijî derbasbûna wesayîtên barhilgir ên ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê rê nedana wesayîtên ji Başûr derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, derket.
Bi sedan welatiyên daketin kolanan ber bi Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ketin xwepêşandan. Hêzên ewlekariyê yên girêdayî PDK’ê ji bo pêşiya xwepêşandanan bigirin, gule bera hewa berdan.
Girseyê rêya di navbera Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl û Zaxoyê de girtin ku wesayît nekevin Başûrê Kurdistanê.