NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên Tekoşer, li hember tacîz ûdestdirêjiya leşkerên Tirk ên dagirker li Kurdistanê bi çalakiyek protesto kir. Jinên Ciwan li Silêmanî û Seyîd Sadiq derket kolanan û çalakiyek protesto pêk anî.
Endamên Jinên Ciwan li Silêmanî li ber deriyê Sara çalakiya protesto li dar xistin. Endamên Jinên Ciwan, pankartên li ser, “Jin jiyane me kuje” û “Bese bo kuştinê Jin” nivîsî rakirin. Jinên Ciwan bi ev sloganan çalakiya xwe xilas kirin: “Bimre dagirkeriya Tirk”, “Bese destdirêjiya li ser Jin” û “Bê helwest nemînin destdirêjiya li ser Jin”
Jinên Ciwan li Seyîd Sadiq jî çalakiya protesto pêk anîn. Jinên Ciwan ala dagirkeriya Tirk şewitandin.