STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parêzeran 98 caran serî li rayedaran dane, lê belê bersiv wernegirtine.