NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker hewl da bi dizî bikeve Pîrbûla ya Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Leşkerên Tirk ên dagirker ku xwestin dadin qontara Pîrbûlayê, rastî bersîva gerîlayan hatin. Hate ragihandin ku li vê herêmê gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Piştî demekê û şûnde vê carê şer li derdorî gundê Banîke ya dikeve başûrê Pîrbûlayê belav bû.
Hate ragihandin ku li gel dijwariya şer ê dom dike jî tevgera zêde ya esmanî li herêmê heye û Pîrbûla bi obus û hewanan jî tê topbarankirin.