NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger (DGKH) ragihand ku wan di çarçoveya pêngava xwe ya Tolhildana Sor (Kızıl İntikam) de çalakiyek li dijî 4 kesên ku fuhûşê pêş dixist kiriye û ew cezakirine.
DGH û DGKH derbarê çalakiyê de ev agahî da:
“Di 19’ê Tebaxê li navçeya Sirnexê a Silopî li kolana Dicle li dijî Mehmet Otken ku alkol û maddeyên hîşbir difiroşt û fuhûşê pêş dixist ji aliyê Yekîneyên me ê Şehîd Êrîş Çîrav çalakiyek hatiye lidar xistin. Di çalakiyê de Mehmet Otken û li kêleka wî 3 MHP’yî hatine cezakirin. Piştî çalakiyê gelek polîsên taybet, wesayîtên zirxî û ambulans hatine cihê bûyerê, lê Yekîneyên me bi awayekî ewleh ji herêmê dûr ketine.
Ev çalakiya me di çarçoveya pêngava me ya Tolhildana Sor (Kızıl İntikam) de li dijî polîtîkayên şerê taybet yê rejîma faşîst û qirker a Akp-Mhp hatiye lidar xistin. Em wek DGH û DGKH didin diyarkirin ku em ê li dijî polîtîkayên ku dixwaze ciwanan bixe rewşek bêesil, ciwanan ji nirxên wan ê cewherî dûr dixe, bi kîn û hêrs çalakiyan lidar bixin. Dijmin û hevkarê wê wek kontra, sixur, bekçî û polîs di armanca çalakiyên me yê Tolhildana Sor de ye!”