BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku êrişên li dijî jin û zarokan tên kirin, di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk de ne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi êrişên dijî jinan êrişên zirav û bi rêk û pêk li civakîbûna Kurdan tê kirin.
BI ZANEBÛN Û BI RÊK Û PÊK
Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de her tim bi rengekî spesîfîk û bi rêk û pêk tundî li jinê kiriye. Mîna ku di qirkirina Dersimê de hate kirin, di nava 40 salên dawî de jî weke polîtîkayeke dewletê ji bo tasfiyekirina lêgerînû berxwedana azadiyê ya gelê Kurd bi şêweyên cuda hatiye meşandin. Di vê serdemê de jî ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ve weke rêbazeke şerê taybet tê bicihanîn.
Bûyerên revandina jin û zarokên Kurd, destavêtin û destdirêjiya li wan, zexta xwekuştinê, kuştin û xwekuştinên bi guman ku dema dawî li Bakurê Kurdistanê zêde bûne, bûyerên yekane nînin. Êrişên qirkirinê ne ku di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de bi zanebûn û bi rêk û pêk tên kirin. Ji xwe piraniya kiryarên van êrişan jî endamên artêşa TC a faşîst in.
BI PLANKIRÎ TÊN KIRIN
Bûyerên dawî dawî li Şirnex û Êlihê qewimîn mînaka herî dawî ya vê yekê ye, di heman demê de polîtîkaya şerê taybet a dewleta AKP-MHP’ê ya dijminatiya li jinan bi rengekî eşkere radixe pêş çavan. Divê baş bê zanîn, ku ev polîtîka berhemeke mejiyê dewletê ye. Wezîrê şerê taybet ê TC’ê Suleyman Soylû bi xwe afirînerê vî mejî ye. Wî bi xwe belasebep negotiye ‘PKK rêxistineke jinê ye’ û ‘Em ne tenê li dijî terorîstan her wiha li dijî terorîzma çandî jî têdikoşin’. Dewleta TC a faşîst baş zane ku jin hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne û ji bo şikandina berxwedana li dijî faşîzmê, kiryarên şerê taybet ên xweser li dijî jinan xistiye meriyetê. Li Bakurê Kurdistanê serdegirtina li saziyên jinên Kurd, girtina wan, dûrxistina jinan ji qada siyaseta demokratîk, jiholêrakirina destketiyên jinan ên encama têkoşîna 30 salî, armanca plankirî ya van êrişan e. Armanc ew e ku têkoşîna azadiyê ya Kurd ji hêza xwe ya pêşeng bêpar bê hiştin, tasfiyekirin û îmhakirin.
‘DIXWAZIN JINÊN KURD LI PÊŞBERÎ HER ŞÊWE ÊRIŞAN BÊPARASTIN BIHÊLIN’
Tevî vê yekê em dibînin ku bi êrişên dijî jinan re êrişên zirav û bi rêk û pêk li dijî civakîbûna Kurdan tê kirin. Wezîrê şerê taybet ê TC’ê dema ku dibêje ‘Em li dijî terorîzma çandî têdikoşin’ mebesta xwe ev e. Bi rêya endamên artêşa xwe ya dagirker a li Kurdistanê hewl dide jinên Kurd bêîrade bihêle, li pêşberî her şêwe êrişên psîkolojîk, zayendî û fîzîkî bêparastin bihêle. Ya ku dema dawî li Êlihê çawişê pispor ê faşîst ê bi navê Mûsa Orhan li jineke Kurd a ciwan Îpek Er kir, ev e. Divê baş bê zanîn ku Îpek Er xwe nekuştiye, ji aliyê dewleta TC a faşîst û dagirker ve hatiye kuştin. Jin a Kurd ku 20 rojan hate revandin û gelek caran dest avêtin wê, li jendermeyan û dozgeriyê gilî kir, lê belê giliyê wê destpêkê ji nedîtî ve hatin, piştre jî di encama lêpirsînê de dadgehê leşkerê tecawizkar berda. Tevî giliyê hatiye kirin, tevî nameya hatiye hiştin û rapora tipa edlî, leşkerê tecawizkar bi dewleta xwe piştrast bû, lewma bi rehetî jiyana xwe dewam kir. Lê belê piştî kuştina Îpek Er û nerazîbûna li medya dîjîtal hate girtin.
Kujerê Îpek Er, dewleta TC a faşîst e. Dewlet bi xwe li vê mikur hatiye. Wezîrê şerê taybet ê TC’ê têkildarî mijarê gef li HDP’ê û tevgera azadiyê ya Kurd xwar, ku ev gotinên wî mîna mikurhatinê ne. Biyara nepenîtiyê li ser dosyayê danîn, ku ev yek mikurhatine. Cenazeyê Îpek Er nîvê şevê bi rengekî ku kes di merasîmê de ne amade bin hate veşartin, ku ev yek mikurhatine. Destgîrkirina jinên li Stenbolê çalakî dikirin, mikurhatine. Dewleta ku kifş bû bi vî rengî hewl dide plan û hesabên xwe yên qirêj binixumîne.
‘DIVÊ SILAVEKÊ JÎ LI WAN NEKIN’
Ji bo pûçkirina van polîtîkayên şerê taybe ên dewlet TC a faşîst, di serî de jinên Kurd divê gelê me hişyar be û bi berpirsyarî tevbigere. Li Kurdistanê polîsekî baş an jî leşkerekî baş nîne, nepêkane. Hemû wezîfedarên dewleta dagirker ên li xaka me, di çarçoveya planên şerê taybet ên qirêj de tevdigerin ku êrişî berxwedana me, civakîbûna me, nirxên me, destketiyên me, nasnameya me, bi kurtasî êrişî hebûna me dikin. Divê ev yek ji bo kêliyekê jî ji aqlê me dernekeve. Lewma divê kes têkiliyê bi wan kesan re daneyne, silavê jî li wan neke. Pêwîste civaka me di vê mijarê de bi rengekî polîtîk û rêxistinî tevbigere. Ev kesên ku nasnameya wan a saziyî divê neyên jibîrkirin, li xaka Kurdistanê mêvan nînin, ew dagirker in. Dewlet bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide vê rastiyê binixumîne. Lê belê gelê Kurd xwedî wê hêzê ye ku hişmendî û rêxistiniya xwe ya polîtîk-îdeolojîk xurt bike û van polîtîkayên şerê taybet pûç bike.
‘GELÊ ME DIVÊ HIŞYAR BE’
Ji ber vê em KJK di serî de jinên Kurd bang li gelê xwe dikin ku li ser vê mijarê bihistyar û hişyar bin, derdora xwe bihistyar bike, mudahîl bibe û li dijî her her cur êrîşên şerê taybet xweparastinê geş bikin. Nexasim malbat divê zarokên xwe perwerde bikin, bi rastiya dijminatiya dewleta dagirker a mêtinger bibe xwedî bîr û baweriya bê ka dijmin kî ye.
Li gel vê em dixwazin bibêjin rejîma faşîst a AKP-MHP’ê xwedî hişmendî û îdeolojiya bi dijminatiyê ye. Ji ber vê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo ku destketiyên jinan ku bi ked, hewldan û têkoşîna sed salî ava kirine tine bikin êrîşên sîstematîk û pirhêlî tînin. Jê wêdetir jî şerekî bi dijminatiya jinan a bi rengê qirkirina jinê heye. Armanca xwevekişandina ji Peymana Stenbolê ya ku jixwe bi fiilî bi cih nedanîn çawa ku ev eşkere kiriye, her roj kuştina jinan a bi destê partnerê wan ê berê an jî ji bo ku red kiriye divê bi vê çarçoweyê were dîtin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdebûna kuştina jinan, xwekuştinê biguman û tundiya nêr rasterast encama van polîtîkayên bi dijminatiya jinê yên faşîzma AKP-MHP’ê ne.
RASTERAST VÎNA JINÊ DI HEDEFÊ DE YE
Li dijî van êrîşên bi dijminatî ku ne tenê destketiyên jinan, rasterast vîna jinê û hebûna jinê dike hedef, ji bo ku ev êrîş werin şikandin divê jin ne tenê li rex hev bin, bi girîngiyeke jiyanî ye ku têkoşîneke jiyanî bidin. Dewleta baviksalar, bi dijminatiya jinan ji parçebûna rêxistina jinan hêzê distîne.
DIVÊ XWEPARASTIN WERE GEŞKIRIN
Destketiyên jinan ji bo hemû jinan e. Ji ber vê divê ji alî hemû jinan ve divê werin parastin û lê xwedî derkevin. Dema ku jinên Bakur li Peymana Stenbolê xwedî derkevin, jinên Tirkiyetê jî li pergala hevseroktiyê xwedî derkevin, ango jin bi maneya rastî bibin yek em dikarin bibin hêz. Divê neyê jibîrkirin polîtîkayên bi dijminatiya jinê yên rejîma faşîst me tenê weke objeyan dibîne. Hewl dide ku bi polîtîkayên pir zirav me bike pozîsyona ku em rajêrî mêr bibin. Dest bi avakiirina zemîna polîtîk, aborî, îdeolojîk, çandî jî kirin. Em jinên ku lêgerîna wan a azadiyê naheje qet nikarin vê qebûl bikin.
Li dijî van êrîşên şer ên taybet ên qirker ku armanc dike berxwedana Kurdan bişkînin û civakîbûna me tertûbelav bikin di serî de jin divê hemû gelê me li hemû qadên jiyanê xweparastina xwe geş bike. Xweparastin tenê bi çekê nabe, xweparastin her wiha bi bîreweriyê, bi hîsê, li hemû qadên jiyanê dikare were geşkirin. Li gel vê em bang dikin ku jinên Kurd û Tirkiyeyî li dijî van êrîşên nêr ku tecrûbeya têkoşînê û her destketiyê me dike hedef bibin yek, bi parastina qadên resen rêxistiniya hevpar geş bikin û qirkirina jinan a ku li ser me hatiye ferzkirin bişkînin.”