MOSKOWA – Ciwanên sosyalîst ên Rûs, pirtûka “Jiyana min timî şer bû” ya yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz bi Rûsî weşandin.
Piştî karê salekê, bergê yekemîn ê pirtûkê ji aliyê Weşanxaneya Teorî û Pratîka Radîkal ve hate weşandin.
Pirtûk ji Îngilîzî ji aliyê Darya Balakîna ve hate wergerandin, Dmîtrîî Petrov redaketeya wê kir û ji aliyê Îrîna Petrova, Dmîtrîî Sîdorov û Yekaterîna Selîvanova ve hate sererastkirin. Mîzanpaja wê ji aliyê Vladîmîr Barçînskîî û wêneyê bergê wê jî ji aliyê Olya Gorşe ve hate çêkirin.
Ciwanên Rûs ên ku şoreşa Kurdistanê bala wan dikişîne, plan dikin ku bergê duyemîn ê pirtûka Sakîne Cansiz dema bê biweşînin.