NAVENDA NÛÇEYAN – Nîşandana fîlmê “Ji bo azadiyê” (The end will be spectacular) li festîval û salonên sînemayê dewam dike.
Nîşandana fîlm, ku ji ber şewba vîrûsa koronayê hate rawestandin, bi meha Tebaxê re ji nû ve dest pê kir.
Tevî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ammanê (Amman ÎFF), fîlm wê li Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê were nîşandan. Her wiha fîlm wê li Japonya, gelek bajarên Swîsre û Elmanyayê jî bê nîşandan.
LI WELATÊN EREB, FÎLM WÊ DESTPÊKÊ LI AMMANÊ BÊ NÎŞANDAN
Li Amman ÎFF’ê, wê di beşa Fîlmên Navneteweyî yên ne Ereb de premiyera fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ ya li welatên Ereb bi vê festîvalê dest pê bike. Fîlm wê bi jêrnivîsên Erebî û Îngilîzî bê nîşandan. Derhênerê fîlm Çelîk wê bi dîmen peyamekê ji festîvalê re bişîne.
LI FESTÎVALA FÎLMAN A LONDONÊ
Di çarçoveya Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê de ku ji ber şewbê îsal a 11’emîn bi onlîne tê lidarxistin, fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ wê bê nîşandan. Nîşandana fîlm a li Îngilistanê wê di 5 û 6’ê Îlonê de li Londonê pêk were.
Her wiha wê mehên Îlon û Cotmehê jî li Îngilistanê bê nîşandan. Biletên fîlm ku wê li qadeke vekirî bê nîşandan, ji vê navnîşanê dikare bê peydakirin:
https://www.eventbrite.com/e/the-end-will-be-spectacular-ji-bo-azadiye-uk-premier-tickets-116719670677
BI JÊRNIVÎSA JAPONÎ WÊ LI TOKYOYÊ BÊ NÎŞANDAN
Fîlm wê bi jêrnivîsa Japonî li Hûman Trûst Cînema Shîbûya hefteyekê bê nîşandan. Fîlm wê piştre li gelek bajarên Japonyayê bê nîşandan. Ji bo belavkirina li Japonyayê poster û traîlerê nû hate amadekirin.
NÎŞANDANA FÎLM LI ELMANYAYÊ DEWAM DIKE
Fîlmê ku galaya wê ya li Elmanyayê 13’ê Adarê li Berlînê pêk hat, piştî navberê dewam dike. Herî dawî li Attendornê bi du seansan hate nîşandan û bi baldarî hate pêşwazîkirin.
Fîlm wê mehên Tebax, Îlon û Cotmehê bi taybetî li bajarên Dortmûnd, Munchen û Dusseldorfê bê nîşandan. Nîşandana destpêkê ya li Dortmûndê wê 22’ê Tebaxê roja Şemiyê li Schaûbûrg Kîno be. Nîşandana duyemîn jî 29’ê Tebaxê wê li heman salonê be.
Fîlmê ku meha Tîrmehê li Swîsreyê hate nîşandan, meha Îlonê jî wê li Zurîch û Lozanê bê nîşandan. Li Baselê jî li ser daxwazê wê fîlm ji nû ve bê nîşandan.
Fîlm her wiha wê meha Îlonê li Rojava û kampa Mexmûrê jî bê nîşandan.
Bernameya nîşandana fîlm a ku zelal bûye wiha ye:
JAPONYA
TOKYO
Human Trust Cinema Shibuya (Subtitle Japony)
14-21.08.2020
For a week
URDUN
Amman International Film Festival (Official Selection)
The Arab Word Premiere
27.08.2020
20.00
ELMANYA
DORDMUND
Schauburg Kino
22.08.2020
29.08.2020
18.00 Uhr
Brücktasse 66, 44135 Dordmund
KASSEL
Bali Kinos
02.09.2020
16:00 Uhr
Rainer-Dierichs-Platz 1, 34117 Kassel
DUSSELDORF
Filmkunstkino Metropol
05.09.2020
06.09.2020
16:00
Brunnenstraße 20, 40223 Düsseldorf
MUNCHEN
Monopol Kino
07.09.2020
08.09.2020
20.00
Schleißheimer Str. 127, 80797 München
ESSEN
Astra Luna Theater (Teichstraße 2)
09.09.2020
20:00
Astra Luna Theater Teichstraße 2, 45127 Essen
BRAUNSCHWEIG
Universum Kinobetriebs
30.09.2020
04.10.2020
19.30
Neue Strasesse 8, D-38100
BERLÎN
Babylon Berlin
02.10.2020
20.00
Rosa Luxemburg Str 30, 10178 Berlin
QRALIYETA YEKBÛYÎ
LONDON
UK PREMIERE
05.09.2020
06.09.2020
19:30
Great Cambridge Road, Londra, İngiltere, N9 9LE
LIVERPOOL
13.09.2020
14.09.2020
19:30
SWÎSRE
ZURÎCH
Arena Cinemas Saal 4
08.09.2020
20.00 Uhr
Kalanderplatz 8, Sihlicty 8045 Zürich
LOZAN
Pathe Flon
10.09.2020
19.30 Uhr
Rue du Port-franc 16 1003
BASEL
Kult Kino Ag
13.09.2020
15:00 Uhr
Clarastrasse 48, 4005 Basel