NAVENDA NÛÇEYAN – Turnuvaya futbolê ya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ku bi navê Şehîd Navdar Kerkûkî, bi dirûşmeya “Tekoşîna ciwanan lîstoka bêdawiye” hatî destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.
Turnuvaya futbolê ya bi navê şehîd Navdar Kerkûkî, ya ji bo bîranîna şehîdên Cenga Heftanînê, ji aliyê Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve hatî destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.
8 tîm tevlî turnuvayê bûn. Tîmên Hewreman, Seyidsaqid, Silêmaniya nû, Tekiye, Sîrwan, Derbendîxan û Pêncwên tevlî bûn.
Turnuva bi maça fînalê ya di navbera tîmên Silêmaniya nû û Hewreman de bi dawî bû. Tîma Hewreman bû yekemînê turnuvayê.
Di dawiya maçê de bi merasîmekê xelat hatin dayîn. Di merasîmê de birayê Şehîd Newzad Kerkûkî, Belên Elî spasiya komîteya amadekar a turnuvayê kir û diyar kir ku ji bo şehîdan çalakiyên wiha dilsoziye.
Tîma Hewreman kupa stand. Ji bo hemû endamên herdu tîman jî xelat hatin dayin.