ŞELADİZÊ – Dema ku dewleta Tirk a dagirker çalakiyên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, Ciwanên ku ji aliyê KDP’ê ve hatine girtin wan radestî MÎT’ê a dagirkeriya dewleta Tirk dikin.
Ciwanê bi navê Mûsa Guzel ku di 18’ê Tebaxê de li Şeladizê ji aliyê asayişa Dihok a KDP’ê ve bi serdegirtina malê de hatibû binçav kirin, ew radestî MÎT’ê a dagirkeriya dewleta Tirk kirin.
Ji aliyekî din ve, du ciwanên ku navên wan nayê li Zaxo duh ji hêla Endamên MÎT’ê a dagirkeriya dewleta Tirk ve hatin binçav kirin û der barê wan ciwanan de ti agahî nehatine bidestxistin.