STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet diyar kir ku wan li Stenbolê li dijî weqfeke paşverû ya girêdayî desthilatdariyê AKP’ê çalakî li dar xistine.
Yekîneyên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 21’ê Tebaxê de li Habîblera Stenbolê li dijî weqda ku piştgiriyeke malî dide rejîma faşîst a AKP’ê û ji AKP’ê re kadroyên faşîst perwerde dike, çalakiyek hate lidarxistin. Bi bombeyên bi destan hatine çêkirin li trafoya weqfê û kulûbeya ewlekariyê hate xistin.
Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin. Heta ku tecrîd neyê rakirin û êşkenceya li ser girtiyan bi dawî nebe wê rejîma faşîst bibe hedefa me.”