MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê TCM û TJCM pêngava “Bi fikir û ramanên Rêber Apo rêxistinbûyîna xwe ava bike, dagirkeriyê tek bibe” bi daxuyaniyekê dane destpê kirin.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya TCM Berxwedan Çetîn ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ev nezî sed sale ku li Kurdistanê li ser bingeha peymana Lozanê dagirkerî tê meşandin. Tevgera Azadiyê û Gelê Kurdistanê ev 42 sal in ku li hemberî wê dagirkeriyê berxwe didin û ev dagirkerî anîne asta têkçûnê. Dewleta Tirk, hevkarê wî PDK û DAIŞ bi hemû şêwazî dixwazin me belav bikin. Lê ew gele berxweda û têkoşiya. Dem dema belavkirina vê dagirkeriyê ye.
Li ser wê bingehê me wek TCM û TJCM Pêngava “Bi fikir û ramanên Rêber Apo rêxistinbûyîna xwe ava bike, dagirkeriyê têk bibe” didin destpê kirin. Ev pêngava me taybet ji bo ciwanane ku bibin hêza serkeftinê.
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.