AMED – Parlamentera HDP’ê a Amedê Dersim Dağ di hevpeyvînek a dabû ajansa me de polîtîkayên şerê taybet ê fuhûş û tilyak nirxand, û diyar kir ku yekse rbi wan polîtîkayan jinên ciwan û tevahî ciwan tên armanc kirin. Dersim Dağ got ev polîtîkayên şerê taybet hewl dide ciwanan ji cewherê wan dûr bixe û berbi tunebûnê ve bibe. Her wiha Dersim Dağ daxuyakirin ku wê ciwan li qadê bi awayekî pratîk û şênber di nava xebatan de bin û wê çalakî li dijî van polîtîkayên şerê taybet bên kirin.
Hevpeyvîna ku me bi Parlamentera HDP’ê Dersim Dağ re çêkiriye wiha ye:
Di demên dawî de li Tirkiyeyê bi awayekî tewa cînayetên dijî jinan zêde bûn e, bûyerên destdirêjî jî hatin jiyan kirin. Taybet li Kurdistanê li aliyê leşkeran ve li pêyhev li Silopî, Şirnex û Elîhê nûçeyên destdirêjiyê hatin.
NC: Ev rewşa heyî polîtîkayek taybet e gelo? Bi vê yekê çi armanc dikin?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe gihandin tevahî Gel û Jinên li Rojhilata Navîn, bi vê re hilmek stendin û jixwe re qadek jiyan dikin. Bi girankirina sîstema terîdê, bi tecrîd a teqez li her hêlên Tirkiyeyê û li her çar aliyên Kurdistanê jin dîsa hatin qetilkirin, hîşmendiya desthilatî xwe li her qadê dîsa da hîs kirin. Milekî vê din jî dewletên faşîst li ser Gelan polîtîkayên şerê taybet didin meşandin. Li Tirkiyeyê jî niha li ser Gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin, bi taybetî ev polîtîkayan Ciwan û Jinên Ciwan digre armanca xwe. Jinên Ciwan ji ber nasnameya xwe a ciwan û hem jî ji ber nasnameya xwe ya jin yekser dibe armanca yekem a wan polîtîkayên şerê taybet. Di encama wan polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê jinên ciwan bi emrê 17-18 salî ji aliyê çawişê pispor, leşker, polîsan ve dibin qurbaniyên dest avêtinê û destdirêjiyê. Ev çawişê pispor an jî polîs nasnameyek wan a dewletê heye, ji ber vê nasnameyê pêwiste di mevziyê de biserkeve, bi vî çavê lê mêze dikin.
NC: Di ajansa me de di hefteya derbasbûyî de nûçeyek hatibû parvekirin, derbarê vê em dixwazin pirsan bipirsin. Li Amedê navçeya wê ya Yenîşehirê li bînayetekê bi destê MÎT’ê fuhûş tê kirin. Di heman demê de em dizanin ku li navçeyên Kurd zêdetir hene, bikaranîna tilyakê zêde buye. Dixwazin ciwanan bikşînin ku?
Me da diyarkirin ku armanca yekemîn a wan polîtîkayan ciwan û jinên ciwan in. Ji ber çi ciwan û jinên ciwan? Têkoşînek Azadiyê a Gelê Kurd heye. Pêşengên vê têkoşîna azadiyê ciwan û jinên ciwan in, bi nasnameyên xwe ên ciwantî vê rolê digre ser xwe. Jinên Ciwan di vê rewşê de mîsyonan pêşengê pêşengtiyê digre ser xwe. Ji ber vê ciwan û jinên ciwan dibin yekmîn armanca polîtîkayên şerê taybet, da ku têkoşînek bê tunekirin, bi temamî jiholêrabikin pêwiste ciwan û jinên ciwan ê vê têkoşînê jî bên jiholêrakirin. Bi wan polîtîkayên şerê taybet ê tilyak, fuhûş û maddeyên hîşbir dixwazin ciwanan bikşînin cihê cuda, da ku ji cewherê wan qut bikin. Amed jî ji bo wan polîtîkayan bu armancek mezin û di rêza yekemîn de ye. Her wiha di bajarên din ên Kurdistanê jî wan polîtîkayan tên meşandin. Ger em vê rewşê li ser Amedê binirxînin, li Amedê hebûna dewletê pirr zêde yê, dîsa jî fuhûş û tilyak bi rehetî tên kirin. Ciwan bi hesanî berê xwe didin tiştê wiha, kesên ku vî karî dikin bi rehetî tevdigerin. Ev hemû dide xuyakirin ku dewlet bixwe di nava hevkariya vî karî de ye. Her wiha li semta Amedê a Ofîsê me vê yekê vekirî dibînin. Wek me da diyar kirin, têkoşînek a azadiyê heye û pêşengê vê ciwanan. Bi wan polîtîkayan dixwazin ciwanan ji cewherê wan qut bike, dixwazin ji xwebûna wan qut bike, ji diroka wan qut bike, bi giştî dixwazin wan tune bike, da ku nebin kesên pêşdebirina têkoşînê.
NC: We wek Ciwanên HDP’ê li dijî wan pêngava “Bikeve Tevgerê (Harekete Geç)” daye destpê kirin. Wê Ciwanên HDP di çarçoveya pêngavê de di kijan astê de çalakiyan dijî fuhûş, tilyak û sixuriyê lidar bixe?
Raste, li dijî wan polîtîkayên şerê taybet me bi şiyara “Bikeve Tevgerê” pêngavek da destpê kirin. Di vê pêngavê ku me cih daye gelek pirsgirêkên ciwanan, helbet rû bi rû mayina ciwanan a beramberî fuhûş, tilyak û sixurtiyê jî cihê xwe digre. Helbet wê ji bo pirsgirêkên wiha yê polîtîkayên şerê taybet xebatên me hebin. Ciwanan derbarê vê zanedar kirin û polîtîkayên şerê taybet yê fuhûş, maddeyên hîşbir û tilyakê çi armanc dike, li dijî vê ciwan çima xwe birêxistin bikin, çawa birêxistin bikin wê di nava xebatên me hebe. Di rojên pêş de wê li qadê çalakiyên şênber dijî fuhûş, tilyak û maddenyên hîşbir bên lidar xistin.
NC: Di demên dawî de gelek niqaş li ser nifşê Z tên kirin. We jî cih cih behsa vê kir. Bi perçekirina ciwanan a li ser nifşa dixwazin gelo kesayetî nû binixumînin. Wûn wan pênasekirina nifşan çawa dinirxînin?
Em teqez li dijî têgîna nifşa Z ne. Helbet ji nifşa heta nifşekî din cudahî hene, lê nasnameya ciwanan bi tevahî di nava xwe de taybetmendiyên xweser hildigre. Nifşê Z dibe ku nasnameya ciwanan digre nava xwe, lê taybetmendiyên ciwanan yê xweser nagre nav xwe. Erê em di serdema teknolojiyê de jiyan dikin, ji ber vê ciwan hindekî din bi teknolojiyê re eleqedar dibin, lê ev nayê wê wateyê ku jiyana ciwan tenê di cihana nîgaşî (sanal) de ye. Ciwanên nifşa nû hin bêtir bi tevger e, hin zêdetir tiştan lêpirsin dike, pêwiste em wan bidin nîşandan. Desthilatdar an jî dewletên kapîtalîst ciwanên nifşa nû wek nifşa Z binav dike, da ku ciwanan bi giştî ji hev cuda û qut bike û bi giştî ji civakê razber bike. Heger wê binavkirina nifşekî hebe, pêwiste ciwan bi têkoşîn û berxwedana xwe navê nifşê deyne. Dem em behsa nifşê 68’an dikin, ew tiştekî wusa ye. Em dikarin nifşê Gezî jî wek mînak bidin.
Ji milekî ve ciwanan wek nifşê Z û nifşê nîgaşî binav dike, ji milê din jî bi hemû ferasetan ciwanan dikşînin cihana nîgaşî, bi lîstokan, rêzefilman, reklaman dixwazin cihanek wiha bidin avakirin. Em li beramberî sîstem wiha rû bi rû mane. Bixwe ciwanan dikşine vê xetê û li ser de wek nifşê Z binav dike. Li vir sîstem bi zimanekî ku ji jor ve li ciwanan meze dike bikar tine. Em wek ciwanan helbet binavkirinek wiha qebûl nakin. Em ê mohra xwe bi berxwedan û têkoşîna xwe li nifşê xwe bixe. Kesên ku dixwaze ciwanan ji hev qut bike, em ê jî bi têkoşîna xwe ya hevpar bersivek xurt bidin wan. Îddayek me jî wusa heye ku em ê ne wek nifşê nîgaşî, wek nifşê şoreşê em ê mohra xwe li pêvajoyê bixin.
Dersim Dağ di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî tevahî sîstemên kapîtalîst ên li cihanê ciwanan pêngavan dane destpê kirin. Me jî li Tirkiyeyê û Kurdistanê wek Meclîsa Ciwanan a HDP’ê pêngava “Bikeve Tevgerê” daye destpê kirin. Bi vê re me gelek kampanya daye destpê kirin. Destpêkê li dijî faşîzm û hezên kedxwar û dagirker pêngavên ciwanan ku hatine destpê kirin ez silav dikim û bangawaziya xwe nû dikim. Em hemû bi hev re bi xeta têkoşîna hevpar ji bo siberojên azad, ji bo pêşerojek azad, ji bo em faşîzm û kapîtalîzmê bi erdê re bikin yek, em dibêjin “Bikeve Tevgerê /Harekete Geç”.